Rojnameyên Erebî: Rûsya û Misirê di danûstandinan de girîngî da dosyaya Sûriyê

Rojnameyên erebî vê sibê behsa danûstandinên Rûsya-Misirê, nakokiyên di navbera dewleta Tirk û Qibrisê de û rewşa Lubnanê kir.

Rojnameyên Erebî: Rûsya û Misirê di danûstandinan de girîngî da dosyaya Sûriyê
5 cotmeh, 2021   08:10

MOSKOV “POLÎTÎZEKIRINA ALÎKARIYAN” RED DIKE, QAHÎRA JÎ LI BENDA GAVAVÊTINA ŞAMÊ YE

Rojnameya El-Şerq El-Ewsat îro behsa danûstandinên di navbera wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û hempîşeyê wî yê Misirê Samih Şukirî de kir û wiha nivisî: “Herdu wezîran têkiliyên dualî, aloziyên herêmê yên li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê gotubêj kirin. Lê mijara herî girîng dosyaya Sûriyê bû. Têkildarî çareserkirina aloziya Sûriyê nêrîna herdu aliyan wekî hev bû.

Lavrov piştrast kir ku Moskov hewldanên polîtîzkirina dosyaya alîkariyên mirovî red dike û banga pêşkêşkirina alîkariyan ji gelê Sûriyê re kir, da ku bandorên aloziya heyî derbas bike. Her wiha li gorî biryara Meclisa Ewlehiyê ya hejmar 2254 aloziya li welêt li ser asta siyasî bê çareserkirin. Lavrov diyar kir ku divê bi lez alîkarî ji sûriyan re werin pêşkêşkirin.

Her wiha Lavrov destnîşan kir ku terora li Idlibê hîna berdewam e û got Moskovê metirsiya xwe ji vê yekê nîşan da ji ber ku komên terorîst ên li wir êrişî yekîneyên artêşa Sûriyê û hêzên Rûsyayê dikin.

Derbarê helwesta Rûsyayê li hemberî daxuyaniyên rayedarên Tirk de ku heta hêzên welatên din li Sûriyê bin, Enqere hêzên xwe ji Sûriyê nakişîne, Lavrov got welatê wî girîngiyê dide pêkanîna lihevkirina di navbera Rûsya û Tikriyê de û biyara navneteweyî ya hejmar 2254 û li gorî wê hêzên ku hikumeta Sûriyê banga wê kiriye, mafê wan heye ku li ser axa Sûriyê bimînin.

Wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şukirî jî destnîşan kir ku rewşa Sûriyê, rêbazên bidawîkirina aloziyê li gorî qanûnên navneteweyî hatine nîqaşkirin.

Şukirî diyar kir ku di diyalogê de girîngiya têkiliyên dualî hat piştrastkirin. Her wiha bi bîr xist ku Misir dixwaze bibe hêzeke çalak û bi Sûriyê re hevkar be da ku ji vê aloziyê derekve û cihê xwe di çarçoveya ewlehiya neteweyî ya erebî de ji nûve vegerîne.”

KIRYARA DEWLETA TIRK A NÛ LI ROJHILATÊ DERYAYÊ SPÎ DÎSA BÛ SEDEMA NAKOKIYAN

Rojnameya El-Ereb têkildarî nakokiyên di navbera Yewnanistan û dewleta Tirk de yên li ser beravên Qibrisê wiha nivisî: “Dewleta Tirk keştiyeke Qibrisê derxist derveyî kenara wê ya parzemînê. Bi vê re li rojhilatê Deryayê Spî dîsa nakokî derketin. Ev yek beriya danûstandinên di navbera Enqere û Atînayê de pêk hat.

Piştî nakokiyên ku sala borî çend mehan dirêj kir û metirsiyên rûdana şerekî di navbera endamên NATO`yê de çêkirin, dewleta Tirk û Yewnanistanê di Çileya borî de li hev kir ku ji bo çareserkirina nakokiyan, careke din dan û standin destpê bikin.

Gera bê ya danûstandinan wê çarşemê li Enqereyê li dar keve.  

Li gorî çavdêran, ev nakokî dibe ku rengê hevdîtinên pêş ên di navbera Yewnanistan û Tirkiyê de bi awayekî berçav diyar bikin û ev yek derfeta pêkanîna pêşketineke ku aliyan nêzî çareseriyê bike, zehemt dike.”

LUBNAN..HEFTEYEK JI DÎPLOMASIYÊ DERIYÊ PIŞTGIRIYA NAVNETEWEYÎ VEDIKE

Girêdayî rewşa Lubnanê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Li Beyrûtê tevgerên zêde yên dîplomatîk çêbûn. Şandeyê Fransayê Dukan serdana Beyrûtê kir da ku civînan bi wezîrên têkildarî dosyayên ku Paris çavdêriya wê dike û mudirên banka Lubnanê Riyad Selame re li dar bixe. Dukan ji van hevdîtinan armanc dike ku xebatên amadekirina plana danûstandina bi sindoqa diravî ya navneteweyî bişopîne. Tê payîn ku îro wezîrê karên derve yê Qibrisê û wezîrê dewletê yê karûbarên derve yê Almanyayê Nils Anne serdana Beyrûtê bikin.

Serokê hikumetê Necîb Mîqatî ji bo aloziyên li welêt bi dawî bibin, li ser hemû astan dest bi lidarxistina hevdîtinan kir. Li gel vê jî, desteka derve girîng e ji ber ku rêya xilasiyê tenê bi rêya desteka navneteweyî pêk tê.

Li gorî nirxandinên siyasî, Mîqatê ji ber sê sedeman pişta xwe dide rola Fransayê; ya yekê Lubnan bê desteka navneteweyî nikare ji vê aloziyê xilas bibe. sedema din jî alîkariya Fransayê deriyên paytextên din li pêşiya hikumeta Mîqatê vedikin. Sedema sêyemîn jî ew e ku rola Fransayê ku di Lubnanê de dilîze, rihetiyekê li ser asta hundirîn çêdike ku Lubnan ne bi tenê ye.”

(şx)