​​​​​​​‛Ji bo misogeriya Rêveberiya Xweser dengê xwe bidin PADÊ'

Êzidiyên Rojava bang li êzidiyên Şengalê kir ku dengê xwe bidin PADÊ’yê û da zanîn ku armanca partiyê misogerkirina Rêveberiya Xweser û avakirina Şengalê ye.

​​​​​​​‛Ji bo misogeriya Rêveberiya Xweser dengê xwe bidin PADÊ'
1 cotmeh, 2021   04:11
QAMIŞLO-EHMED SEMÎR

Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan, partiya êzidî ya yekemîn li Iraqê ye ku destûr ji hikumeta Iraqê wergirt, mafê wê heye ku nûnertiya civaka êzidî di hilbijartinên Iraqê de bike.

Partî ji Tevgera Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (TEV DA) ye ku di 2013’yan de hat damezrandin. Armanca wê birêxistinkirina civaka êzidî û perwerdekirina wê ye ku xwe bi xwe bi rê ve bibe. Ji bo geşkirin û xurtkirina rola wê ya rêxistinî tevgerê di 24’ê Hezîrana 2017’an de biryar da ku partiyekê ava bikin û bi wê re navê tevgerê bû PADÊ’yê.

Cara yekemîn e ku dê PADÊ beşdarî hilbijartinên parlamentoya Iraqê dibe ku dê di 10 Cotmehê de li dar kevin. Partî dê bi namzetê xwe Şêx Semîr Derwêş tev li hilbijartinan bibe.

‛SERKETINA WÊ PIR GIRÎNG E, ARMANCA WÊ MISOGERIYA RÊVEBERIYA XWESER E'

Êzidiyên Rojava bang li civaka êzidî ya Şengalê kir ku dengê xwe bidin PADÊ da ku karibe xwe biparêze û Rêveberiya Xweser misoger bike.

Îlyas Seydo wiha got: " 10’ê Cotmehê wê li Iraqê hilbijartin li dar kevin û şengalî wê bi rêya nûnerê xwe yê PADÊ’yê beşdarî van hilbijartinan bibin. Şêniyên Şengalê bi salan e ji bo azadiya xwe tê dikoşînin, saziyên xwe yên demokratîk ava kirin û xwe bi xwe bi rê ve dibin, mafên wan heye ku beşdarî hilbijartinên partiyên siyasî yên li Iraqê bibin."

Seydo da zanîn ku êzidiyên li tevahî cîhanê û Rojava piştevaniya nemzetê êzidî Şêx Semîr Derwêş dikin û destnîşan kir ku divê êzidî dengê xwe bidin PADÊ da ku mafên êzidiyên Şengalê û parastina wan misoger bike û ev anî ziman: "Hin kes hene di vê demê de rê li ber vegera êzidiyan digirin da ku di hilbijartinan de dengê xwe nedin PADÊ’ê, lê belê vê carê ew nikarin bi kiryarên xwe bandorê li dengan bikin, ji ber ku partî çalakiyên xwe di nava civakê de li dar dixe."

Têkildarî encamên erênî yên ku dê ev hilbijartin bi xwe re bînin, dema nemzetê êzidî bi ser keve, Seydo wiha got: "Gelek xwestekên êzidiyan hene. Li gorî qanûn û destûra Iraqê her pêkhate dikare xwe bi xwe bi rê ve bibe û dikare rêveberiya xwe ya xweser ragihîne. Lê armanca partiyê ya bingehîn ew e ku Rêveberiya Xweser û Şengalê ava bike ku şêniyên wê vegerin û dawî li êrişan bînin."

Îlyas Seydo da zanîn ku gelek erkên girîng dê bikevin ser PADÊ, yek jê hewl bide ku Rêveberiya Xweser a Şengalê bi awayekî fermî ji aliyê hikumeta Iraqê ve were naskirin.

‛JI BO RIZGARIYA JI AZARAN DIVÊ DENGÊ XWE BIDIN PADÊ’

Silêman Hesen Beşo yê ji gundê Murkeb ê navçeya Amûdê hêvî kir ku êzidiyên Şengalê dengê xwe bidin namzetê PADÊ’yê û wiha got: "Da ku nûnerê êzidiyan di parlamentoya Iraqê de hebe, deng û xwestekên êzidiyan bigihînin cîhanê, wan ji azarên tê re derbas bûne rizgar bikin divê dengê xwe bidin PADÊ."

Li ser girîngiya van hilbijartinan ji bo êzidiyan û pêwîstiya serkeftina wê, Beşo diyar kir ku êzidî dixwazin xwe bi xwe bi rê ve bibin û bêyî tu kesî xwe biparêzin û ev tişt got: "Berê hikumetên Bexda û Hewlêrê bi hawara wan ve nehatin û wan bi tenê li hember hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê hiştin û reviyan da ku êzidî rastî zulm, qetil, serjêkirin û wêraniyê werin."

Hesen eşkere kir ku niha derfet li pêş êzidiyan heye ku xwe bi rê ve bibin, mijar û pisgirêkên xwe çareser bikin.

‛JI BO KU CAREKE DIN HÛN DILŞIKESTÎ NEBIN DENGÊ XWE BIBIN NÛNRÊ XWE’

Ednan Salih Emo bang li civaka êzidî ya li Şengalê kir ku dengê xwe bidin partiya xwe û wiha got: "Ji bo ku hûn careke din dilşikestî nebin û ji bo ku rêveberiya xwe ya xweser û hêzên xwe yên leşkerî misoger bikin dengê xwe bidin nûnerê xwe."

Ednan Salih Emo wiha dawî li gotina xwe anî: "Ji bo ku hûn bi rûmet bijîin, ji hêzên leşkerî û YBŞ’ê re bibin piştevan, dengê xwe bidin nûnerê xwe."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/tbEvcrT_EA8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>