​​​​​​​Ehmed Şêxo: Civata navneteweyî cesaretê dide Tirkiyê ku çekên kîmyewî bi kar bîne

Ehmed Şêxo got, bêdengiya navneteweyî û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ya derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de ji aliyê dewleta Tirk ve nîşan dide ku ew jî hevkarên dewleta Tirk in.

​​​​​​​Ehmed Şêxo: Civata navneteweyî cesaretê dide Tirkiyê ku çekên kîmyewî bi kar bîne
30 îlon, 2021   23:35
KOBANÊ – ÇEKDAR EBAS

Li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî yên qedexekirî li ku derê dibe û ji aliyê kê dibe bila bibe tevgereke navneteweyî, nexasim tevegera Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ya Cîhanê (OPCW) tê xwestin. Li hemberî bikaranîna çekên qedexekirî divê tedbîran bigirin da ku careke din neyên bikaranîn û kesên ku bi kar tînin ceza bikin.

Lê dewleta Tirk di êrişên xwe yên vê dawiyê de çekên kîmyewî li dijî gerîlayên li Başûrê Kurdistanê bi kar anîn. Tevî bangên domdar ên ji bo cezakirina Tirkiyê û şandina komîteyên lêpirsînê ji bo herêmê, lê civata navneteweyî hîna bêdeng e, ev bêdengî cesaretê dideTirkiyê da ku êrişên bi vî rengî berdewam bike.

'DEWLETA TIRK BI BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ PEYMANÊN NAVNETEWEYÎ BIN PÊ DIKE'

Têkildarî mijarê endamê Desteya Rêveber a PYD`ê ya herêma Firatê Ehmed Şêxo diyar kir ku dewleta Tirk  bi bikaranîna çekên kîmyewî li Rojava û Başûrê Kurdistanê qanûn, biryar û peymanên navneteweyî bin pê dike û got: " Dewleta Tirk dema cesaret dike ku çekên kîmyewî bikar bîne, wekî mafekî rewa ji bo xwe dibîne. Dewleta Tirk dagirkirina herêmê, koçberkirin û kuştina niştecihên wê, her wiha binpêkirina mafên mirovan jî weke mafekî rewa ji xwe re dibîne."

Ehmed Şêxo îşaret pê kir ku dewleta Tirk ji ber du sedeman çekên kîmyewî li Başûrê Kurdistanê bikar tîne û wiha pê de çû: "Sedema yekemîn; hêza artêşa wê têrê nake ku armancên xwe pêk bîne. Ji ber ku gerîla li ber xwe dide û bersiva hemû êrişan dide.  Sedema duyemîn jî bêdengiya navneteweyî ye ku destûr dide Tirkiyê ku çi bixwaze wê bike. Heger yek ji hêzên navneteweyî ev yek red kiriba dewleta Tirk cesaret nedikir vî tiştî bike."

'BÊDENGIYA NAVNETEWEYÎ NÎŞANEYA HEVKARIYÊ YE'

Şêxo destnîşan kir ku bêdengiya navneteweyî diyar dike ku ew hevkara sûcên dewleta Tirk e û ev li gotinên xwe zêde kir: "Ji ber ku tu helwest li hemberî van êrişa nîşan neda. Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî tevî ku wê qanûn danîne da u her kesê ku çekên kîmyawî bi kar tîne ceza bike, lê dîsa jî li hemberî sûcên han ên dewleta Tirk bêdeng e."

Endamê Desteya Rêveber a PYD`ê ya herêma Firatê Ehmed Şêxo wiha dawî li axaftina xwe anî: "Heger bêdengiya navneteweyî li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li ser dewletên derdor dewam bike, em ê bêjin ku tiştek bi navê peymanên navneteweyî û mafên mirovan tune ye. Mirovahî bûye êsîra berjewendiyên dewletê desthilatdar."

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/nSCXewd1N4g" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>