​​​​​​​‛Li dijî şerê taybet parastina cewherî xeta xweparastinê ya yekemîn e'

Endamê rêveber ê Akamdemiya Civaka Demokratîk Xelîl Mûsa got, li dijî siyasetên asîmîlekirin û qirkirinê parastina cewherî xeta xweparastinê ya yekemîn ye û hêmanê sereke yê xurtkirina fikirê demokratîk û yekitiya gelan e.

​​​​​​​‛Li dijî şerê taybet parastina cewherî xeta xweparastinê ya yekemîn e'
1 cotmeh, 2021   03:08
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Parastina cewherî mafekî rewa û bingeha hebûna zindiyên li ser rûyê erdê ye, lê rêbazên parastinê dem bi dem li gorî rewşên civakî û siyasî tên guhartin. Destpêka avabûna civaka mirovahiyê rêbaza sereke ya parastina hebûnê tenê "Peydakirina xwarin û zêdekirinê" bû. Lê bi pêşketin, avabûna çîn û damezrandina dewletan re desthilat û kapîtalîzm jî bi pêş ket û bi rêya afirandina krîz û şeran, di aliyê fikirî û leşkerî de xwe li ser civakê ferz kir.

Ji girîngtirîn rêbazên ku hêzên kapîtalîst di vê demê de li dijî civakan dimeşînin "Şerê taybet" e. Bi şerê taybet dixwazin civakê ji hev bixe û bi rêya qirkirina çandê, ziman, exlaq û tunekirina wê wê bingeha wê bi dûr bixe. Bi îmhakirina van nirxan re îrade û hebûna civakê tune dibe.

Li ser vê bingehê parastina cewherî ji rêbazên girîng ên berdewama hebûna civakê bi awayekî azad û demokrat e. Girêdayî vê yekê rêber Abdullah Ocalan wiha dibêje: "Parastina tiştekî biyolojîk û civakî ye û ji tu kesî re nayê hiştin. Hin nêrîn di navbera gelan de hene ku artêş an jî dewlet mirovan diparêze. Ev ne rast e û ji rastiyê dûr e. Mafê parastinê mafekî rewa û pîroz e. Tu kes parastinê li şûna yê din nake. Heke mirov bi xwe nekir an jî tu zindiyekî bi xwe nekir wê demê dê mirovbûnê dûr be û xizmetî kesên din bike û bibe ajan û lîstok ji kesên din re."

'KAPÎTALÎST DİXWAZE CİVAKÊ Jİ HEV BİXE'

Girêdayî vê yekê endamê rêveber ê Akademiya Civaka Demokratîk a Qamişlo Mûsa Xelîl da zanîn ku hêza civakê di yekitiyê de ye û dîroka mirovahiyê bi berxwedana li dijî desthilat û destpotan dagirtî ye. Mûsa Xelîl got: "Parastina cewherî taybetmendiyeke sereke ya bedewbûna mirovahiyê ye. Di naveroka wê de tevahî xisletên demokrasî û azadiya civakê hene. Lê hêzên desthilatdar an jî kapîtalîst hewl dan bi ferzkirina fikir û siyasetên xwe civakê ji hev bixe."

Bi destpêka krîza Sûriyê û şoreşa azadî û demokrasiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, hin dewletên kapîtalîst ev fikir li ser berjewendî û armancên xwe yên li herêmê xeter dîtin. Ji lew re dewleta Tirk bi piştevaniya hin ajanên hundirîn dest bi êrişên dagirkirinê kirin,  ji wê zêdetir siyaseta şerê taybet li dijî gelên herêmê pêk anîn.

Girêdayî armancên van hêzan ji şerê taybet ê li dijî gelên herêmê, Xelîl wiha anî ziman: "Armancên şerê taybet têkbirina yekitiya gelan, ferzkirina fikirê kapîtalîzmê, dûrxistina civakê ji doza wê ya sereke û kişandina wê ber bi dozên kapîtalîzmê ve ye.Di qanûna mirovahiyê de, da ku tu bikaribî civakekê îmha bikî û wê ji rastiya wê bi dûr bixî divê tu dest bi rehên wê yên çandê û ziman bikî."

Xelîl destnîşan kir ku divê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê parastina cewherî pêk bînin û ev tişt got: "Bê guman parastina leşkerî pir girîng e û rêbazekî xweparastinê ye. Lê yekitî û exlaq hêmanên sereke yên garantiya hebûna civakê ne."

‛LI DIJÎ ŞERÊ TAYBET PARASTINA CEWHERÎ PÊWÎST E’

Li gorî Xelîl, hêzên navneteweyî û hin aliyên dijber hewl didin bêyî bikaranîna çekên leşkerî civakê tune bikin, lê vê yekê bi destê welatî bi xwe be û bi rêya propagandaya siyasetên wan û pêkanîna şerê navxweyî, pêk tê.

Xelîl bal kişand ser rola girîng a Akademiya Civaka Demokratîk di hişyarkirina şêniyan ji şerê taybet ku dagirkeriya Tirk li dijî gelên herêmê pêk tîne û ev tişt got: "Divê em xebateke zêde ji bo perwerdekirina şêniyan di aliyên fikirî de pêk bînin da ku parastina xwe û doza xwe bikin, ew jî demokrasî û biratiya gelan li dijî dewletên desthilat e."

Mûsa Xelîl da zanîn ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade ne li dijî siyasetên şerê taybet bisekinin û wiha pê de çû: " Di dirêjahiya dîrokê de gelên herêmê, bi taybet Kurd bi têkoşîn û berxwedana xwe tên naskirin û serhildanên wan ên dîrokî îsbata vê yekê ye."

‛JI BO DOZA XWE LI BER XWE BIDE’

ENKS’ê bi buhaneya buhabûnê hewl dide raya giştî li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sor bike û wiha anî ziman: "Ji bo doza xwe li ber xwe bide. Ji ber şoreşa me ya demokrasiyê şoreşa parastina xakê ye ne şoreşa madiyetê ye."

Xelîl bang li tevahî şêniyan kir ku ji kiryarên hin alî û hêzên hegemonîk ên li dijî herêmê yên gendelî û tevliheviyê hişyar bin û li dijî êrişên fikirî û leşkerî xebata xurtkirin, yekitiya gelan û jiyana komînal pêk bînin û wiha got: "Komîn xwedî roleke sereke di perwerdekirina civakê de li ser çawaniya parastina hebûna fikirî û çandî û xwerêvebirinê ye. Ji ber wê nabe em xwe bispêrin tu hêzên derve."

Endamê rêveber ê Akamdemiya Civaka Demokratîk Mûsa Xelîl wiha dawî li gotina xwe anî: "Em Akademiya Civaka Demokratîk bi rêya hemleyên perwerdê li taxên bajar û navçeyên herêmê civakê di aliyê parastina cewherî de pêş bixin. Ji ber ku parastina welat û destkeftiyên şehîdan ne tenê li ser milê hêzên leşkerî ye, lê erkekî hemû ferdan e."

(fr)

ANHA