​​​​​​​Rojnameyên erebî: Rûsya beriya hevdîtina Soçî zextê li dewleta Tirk dike

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa êrişên Rûsya li Efrîn û Idlibê, kongraya li Hewlêrê û ihtîmala ragihandina hikumeta nû ya Tûnisê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Rûsya beriya hevdîtina Soçî zextê li dewleta Tirk dike
27 îlon, 2021   07:09
NAVENDA NÛÇEYAN

BERIYA HEVDÎTINA ERDOGAN-PÛTÎN, ZEXTA LI TIRKIYÊ ZÊDE DIBE

Rojnameya Şerq El-Ewsat di hejmara xwe ya îro de behsa êrişên Rûsya li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de kir, ku beriya hevdîtina Pûtîn û Erdogan li Soçî pêk tên û wiha nivîsî: “Delweta Tirk li herêmên serweriya koalîsyona Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên xwe zêde kirin. Di heman demê de hêzên Rûsya li herêmên cuda yên di bin serweriya çeteyên dewleta Tirk li Efrîn a Helebê, êrişên hewayî pêk anîn.  Beriya hevdîtina bê ya serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn ya çarşema bê li Soçî, ev çend hefteyên êrişên Rûsya li herêma bêçek a Idlibê jî zêde bûne.

Çavdêr dibînin ku êrişên Rûsya li Efrînê û rageşiya domdar li Idlibê, hewldaneke din a zexta li ser dewleta Tirk e, beriya hevdîtina Pûtîn-Erdogan ku tê de wê pêşketinên li Idlibê û dosyaya Sûriyê bi giştî were nîqaşkirin.

 

Hevdîtina Pûtîn-Erdogan a çarşema bê ji bo nîqaşkirina dosyaya Sûriyê û bi taybetî Idlibê ye. Hevdîtin hemwexît zextên Rûsya ji bo derxistina çeteyan û komên tundra ji Idlibê li gorî peymana Enqere ya wê demê, her wiha ji bo derxistina hêzên biyanî û destpêkirina diyalogê di navbera Tirkiyê û hikumeta Şamê de ye.”

KONGRAYA HEWLÊRÊ, DIYARIYEK JI BO ALÎGIRÊN ÎRANÊ YÊN LI IRAQÊ YE

Rojnameya El-Ereb jî behsa kongraya roja înê li Hewlêrê hatî lidarxistin kir, ku tê de banga îmzekirina peymanên aştiyê bi Îsraîlê re hatibû kirin û gelek derdorên Iraqê li dijî wê bertek nîşan dabûn. Rojnameyê di vê derbarê de wiha nivîsî: “Kongrayeke iraqî ya danîna peymanên aştiyê bi Îsraîlê re, ji partî û komên alîgirên Îranê re bû fersendek da ku siyaseta xwe ya paropagandayê beriya du hefteyan ji hilbijartinan, xurt bike.”

Beriya ku biryara binçavkirinê der heqê beşdarên kongrayê derkeve, hêzên bi ser Îranê ve kongra şermezar kirin. Ew kongra bû diyariyeke bêpere ku herêma Kurdistanê û lîderên siyasî û serokên eşîran diyarî Îranê û hevbendiyên wê yên siyasî kir.

ÇAV LI RAGIHANDINA KOMA HIKUMETA NÛ YA TÛNISÊ NE

Derbarê rewşa Tûnisê de jî, rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: “Çavên tûnisiyan li koşka Qetac in. Gelê Tûnisê li bendê ye ku serok Qeys Seîd di çend saetên bê de serokê nû yê hikumetê ragihanîne. Çavdêrên rewşê texmîn dikin ku di koma nû ya hikumetê de gelek kesayetên ku baweriya serok Seîd pê heye, hebin û bikaribin dosyayên mezin ên girêdayî aloziyên aborî, civakî, tenduristî, gendeliyê û hwd, çareser bikin.

Şopdarên rewşa Tûnisê dibêjin ku tevgera Nehdayê ya îxwanî hewl dide kaxiza xwe ya dawîn bi kar bînin, bi wê yekê berê alîgirên xwe yên mayî dide kolanan da ku bala raya giştî li hundir û derve bikişînin.”

(cx)