‛Zarokên me ev xak rizgar kir û em nahêlin tu kes dagir bike’

Dayikên şehîdan ên Minbicê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî gundewarên Minbicê şermezar kirin û da zanîn ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin. ‎

‛Zarokên me ev xak rizgar kir û em nahêlin tu kes dagir bike’
27 îlon, 2021   07:11
MINBIC - SELWA EBDUREHMEN  ‎

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane gundên dikevin bakur û rojavayê bajarê Minbicê topbaran dikin, di encamê de zirar bi mal û milkên şêniyan dibin û jiyana wan rûbirûyî xeteriyê ye.

Dayika Mehmûd El-Îsa yê ku di pêngava rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê de şehîd ‎bûbû, Hesnaa El-Dahir got, ji beriya demekê ve gundewarên Minbicê yên li beramerî eniyên şer ji hêla artêşa Tirk û çeteyên wê ve tên topbarankirin, di encamê de zirar dighêjin mal û malikên sivîlan. Pirî caran top li malên sivîlan dikevin û di encamê de birîndar dibin.

Hesnaa El-Dahir wiha li gotina xwe zêde kir: "Zarokên me yên şehîd bûne, ev xak rizgar kir, em nahêlin dagirkeriya Tirk û çeteyên wê dagir bikin."

Hesnaa El-Dahir destnîşan kir ku ewlehî û aramiya li van herêman bi kêrî dewleta Tirk a dagirker nayê, ji lew re tevliheviya çêdike û bê ser û ber topbaran dike.

Hesnaa El-Dahir wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em li ser şopa şehîdên xwe ne, me zarokên xwe di oxira rizgarkirina bajarê xwe de da û ji bo herêmên me bi ewle û aram bin em hîna canê xwe didin, em nahêlin ku tu kes xaka me dagir bike."

Dayika şehîd Samir Xelef El-Hilal,  Cînan El-Mihemed jî wiha got: "Em bi şehîdên xwe ku herêmên me ji qirêjiya terora DAIŞ’ê rizgar kirine, serbilind in û em nahêlin tu kes van herêmên ku bi saya şehîdan hatine rizgarkirin dagir bikin."

Têkildarî sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmê, Cînan El-Mihemed wiha anî ziman: "‎Dagirkeriya Tirk hewl dide herêmê dagir bike û gel kole bike. Ji lew re sûc û kiryarên derqanûnî li hemberî me pêk tîne."

Cînan El-Mihemed wiha dawî li gotina xwe anî: "Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û di yek xendekê de li kêlek hêzên xwe yên leşkerî ne ku bajar ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê diparêzin."

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/T67NF_a3ATI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>