Şêniyên Efrînê: Azadiya rêber Apo, azadiya me ye

Koçberên Efrînê têkildarî salvegera yekemîn a hemleya ‘Dem Dema Azadiyê’ gotin, "kilîta çareseriya pirsgirêkên gelan, bi azadiya rêber Abdulah Ocalan ve girêdayê ye, heya ku rêber APO azad nebe, wê çalakî ranewestin."

Şêniyên Efrînê: Azadiya rêber Apo, azadiya me ye
27 îlon, 2021   06:42
ŞEHBA-LEYLA LORÎN

Konseya Rêveber a KCK’ê, ji bo xeteriyan ji holê rake û jiyaneke azad û demokratîk misoger bike, hemleya ‘Dem Dema Azadiyê ye’ di 12’ê Îlona 2020’an de li Kurdistan û derveyî welat ragihand.

 Di nava salê de ji dema ragihandina hemleyê ve, li ser bingeha azadiya rêber Abdulah Ocalan li hemû parçeyên Kurdistanê û li her deverên cîhanê ku Kurd lê dijîn, çalakiyên cuda hatin lidarxistin. Koçberên Efrînê di çarçoveya pêngavê de gelek çalakî li dar xistin.

Endam û hevserokên saziyên kantona Efrînê têkildarî mijarê, ji ajansa me re axivîn.

Hevseroka Yekitiya Êzidiyan a Kantona Efrînê Eyşe Sîdo bal kişand ser pêngava ‘Dem Dema azadiya ye' û da zanîn ku wan di nava salê de weke jinên êzidî çalakî, kar û xebatên xwe di vê çerçoveyê de meşandine û di sala duyemîn a hemleyê de jî di nava çalakiyan de bin û wiha dewam kir: ”Ji bo azadiya rêberê mirovahiyê rêber APO, weke gel û jinên êzidî yên Efrînê, di hundirê salê de hemû çalakî û kar û xebatên me li ser pêngava dem dema azadiya rêber Abdulah Ocalan hat meşandin."

Eyşe Sîdo bi domdarî got :"Eger îro em gelê Efrînê li hemberî hêza hegemon a cîhanê li ber xwe didin, em çavkaniya hêza xwe ji rêber APO digirin. Lewre azadiya rêber APO wê bibe azadiya hemû gelê Rohilata Navîn û azadiya hemû jinan."

Eyşe Sîdo diyar kir ku dê sala duyemîn a pêngava ‘Dem Dema Azadiya rêberê Abdulah Ocalan', di nav çalakiyan de bin û wiha bang kir ”Çalakî û berxwedana me heta azadiya rêber APO misoger bibe dê berdewam bike. Banga min, ji hemû mirovên azadîxwaz, saziyên jinan, li dijî faşîzma qirker, ji bo çareseriyê û aştiyeke mayînde, divê demildest ji bo azadiya rêberê mirovahiyê, rêber Abdulah Ocalan, qadên berxwedanê fireh bikin û çalakiyên xwe ji her demê zêdetir bikin."

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê Recep Mistefa salvegera yekemîn a hemleya 'Dem dema azadiya rêber Abdullah' silav kir û wiha axivî: ”Weke gelê Efrînê yê koçber li ser banga KCK`ê ya ji bo azadiya rêber APO çi ji destê me bê em ê bikin. Azadiya rêber APO, azadiya me ye. Em malbatên şehîdan di nava salê de me ji bo azadiyê rêber APO gelek xebat û çalakî li dar xistin. Heta ku rêber APO azad nebe, kes nikare li vî welatî, henasayeke baş bistîne û aramî bijî. Ji ber ku rêber APO bi fikr û felsefeya xwe bûye çavkaniya jiyan û aramiyê. Lewma ji bo azadiya rêber APO, divê di qada têkoşîn û berxwedanê de çi destê kê/kî tê, divê bike û tevlî vê pêngava sala duyemîn a ‘Dem Dema azadiya rêber APO' bibe."

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Efrînê Silêman Cefer jî diyar kir hemleya ‘Dem Dema Azadiya rêber Abdulah Ocalan', wê têkoşîna azadiya gelê Kurd misoger bike û wiha dewam kir: ”Kilîta çareseriya pirsgirêkên gelan, bi azadiya rêber Abdulah Ocalan ve girêdayê ye. Rawistandina şer, çareseriya pirsgirêka Kurd, aştiyeke mayînde, hemû bi azadiya rêber APO ve girêdayê ye. Di hemleya yekemîn a Dem Dema Azadiyê de hêzeke baş a gelê Kurd û hêzên demokraîk pêşket, lê kêm ma û tecrîd hîn jî berdewam e. Lewma divê hemleya sala duyemîn a ‘Dem Dema azadiya rêber APO', teqez azadiya rêber APO bike armaca xwe û hêza têkoşînê berfireh bike. Weke gelê Efrînê jî azadiya me bi azadiya rêber APO ve girêdayî ye. Heta ku em rêber APO azad nekin, wê çalakî û berxwedana me ranewestin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0TEYl8TcUo8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>