​​​​​​​Talîban û Rûsya serdana şandeyeke Talîbanê ji Moskovayê re nîqaş dikin

Çavkaniyekî Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê eşkere kir ku Moskov û Kabul li ser îhtîmala serdana şandeyeke hikumeta Talîbanê ji Rûsyayê re gotûbêjê dikin.

​​​​​​​Talîban û Rûsya serdana şandeyeke Talîbanê ji Moskovayê re nîqaş dikin
24 îlon, 2021   11:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî tora El-Eyn wezîrê çand û ragihandinê ya Efganistanê Zebîhullah Mucahid got Kabul hewl dide peywendiyan bi Rûsyayê re çêke.

Têkildarî îhtîmala serdana şandeyeke hikumeta Talîbanê ji Moskovê re di demeke nêz de, Mucahid got: “Helbet em li benda vê serdanê ne. Tu pirsêk li cem me tune ye. Em dixwazin têkiliyên li ser astên payebilind bi hikumeta Rûsyayê re ava bikin. Rûsya dewleteke cîran a girîng e. Wê rojekê têkiliyên xurt di navbera Kabul û Moskovê de ava bibin.”

Wekîlê Wezareta Çand û Ragihandinê got di wê baweriyê de ku Rûsya rola navbeynkariyê di navbera Kabul û Neteweyên Yekbûyî de bilîze da ku mijarên nakok werin çareserkirin.

Di 15`ê Tebaxê de bi derketina serokê berê yê Efganistanê Eşraf Xenî ji welêt re, tevgera Talîbanê Efganistan kontrol kir û derbasî Kabulê bû. Dûre Talîbanê ji bo birêvebirina welêt hikumeteke demkî ava kir.

(şx)