Encamnameya Komxebata Dayîkên Aştiyê hat eşkerekirin

Komxebata Dayikên Aştiyê ya li Silêmaniyê bi eşkerekirina encamnameyekê bi dawî bû. Di encamnameyê de bang li dayikên pêşmerge, gerîla û leşkeran hate kirin ku ji bo çareseriyeke aştiyane dest bidin hev.

Encamnameya Komxebata Dayîkên Aştiyê hat eşkerekirin
24 îlon, 2021   11:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Dayikên Aşitiyê yên Başûrê Kurdistanê di Roja Aştiyê ya Navneteweyî de semînereke bi nave “Em bi hev re aştiyê misoger bikin” li dar xist.

Dayikên ji her çar aliyên Kurdistanê di 21’ê Îlonê de bi armanca nirxandina dagirkeriya li Kurdistanê, şer û aloziya heyî û rola dayikan a di çareseriyê de li Salona Îbrahîm Ehmed ya Silêmaniyê kom bûbûn, nîqaşên berfireh kirin.

Dayikên ji Bakur, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê jî beşdarî panelê bûn. Dayikan di panelê de behsa êrişên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê, girîngiya hewldanên ji bo yekitî û aramiya Kurdistanê kirin. Dayikan di encamnameya xwe de bang li hêzên navneteweyî jî kir ku bêdengiya xwe ya li hemberî êrişên li ser Kurdan xilas bikin. Di encamnameya komxebatê de wiha hate gotin:

“Divê ji bîra me neçe, dagirker bi salanin li Kurdistanê bi awayek hovane komkujiyan pêktînin. Dagirker bi hovane li Başûr, Rojhilat, Bakur û Rojavayê Kurdistanê komkujiyan pêktînin. Têkoşerên Kurd bi giştî li ber çavê me têne kuştin û hîna jî qetildikin. Em wek dayik, aloziya di nava hizban de qebûl nakin. Pêwîste hemû aliyên siyasî bi erkê xwe yê Kurdatiyê rabin û nabe bi ti awayek alîkariya dagirkeran bikin. Nabe dijî hev şer bikin, eger tu di mala xwe de ne yekbî, dibe ku mala te belav bibe, parçe parçe bibe. Em bang li we hemûyan dikin, em di mala xwe de bibin yek û hemerî neyaran rabin. Em erkê xwe yê dîrokê bicihbînin.

Em bang li hemû tevgerên jinan dikin, ji bo yekitiya neteweyî pêşengtiyê bikin û di demek zû de divê kongreya neteweyî were lidarxisitin. Bang li partî û aliyên siyasî dikîn, dijî dagirkeriyê yek bin û Kurdistanê biparêzin.

Bi salane dagirker dijî gelê Kurd derveyî exlaqê komkujiyan pêktînin. Li Kurdistanê hinek dewlet piştgiriyê didin hinek komên çete yên weke DAIŞ’ê û bi ser herêmên Kurdan de dişînin. Bi salane DAIŞ û komên çete êrişî Kurdan dikin. Bi çekên qedexekirî, zarokên me dikujin û hêzên navneteweyî jî li hemberî vê bêdengiya xwe diparêzin. Li hember van kiryaran, em weke Dayikên Aştiyê bang li hemû hêzên navneteweyî dikin da ku bêdengiya xwe bişikînin.

Bedena zarokên me parçe parçe dikin, divê em weke dayik, jin hemberî dagirkeriyê rabin. Dayikên gerîla û pêşmerge, heya leşkerên têne kuştin, divê têkoşîna xwe bi rêyên ji bo çareseriya aştiyê bidominin. Ji rawestandina şer divê bi hev re tê bikoşin.

Li gorî vê banga me dayikan;

Divê hêzên navneteweyî dijî komkujî û bikaranîna çekên kîmyewî xwedî helwest bin.

Bang li hêzên herêmî û navneteweyî dikin ku hebûna gelê Kurd, çanda Kurdan biparêzin û xwedî helwest bin.

Em bang li hemû dayikên gerîla, pêşmerge û leşkeran dikin, rê li ber şer bigrin. Ji ber ku di encama şer de dilê dayikan dişewite.

Bang li hemû aliyên siyasî û partiyan dikîn, dijî dagirkeriyê bibin yek û Kurdistanê biparêzin.

Divê hemû tevgerên jinan, pêşengtiya yekitiya neteweyî bikin, ji ber ku parçebûna Kurdan ti feydeyê nade. Em naxwazin xwîna zarokên me were rijandin.

Em bang li dayikên hemû şehîdan dikin, ji bo rawestandina şer li gel me bin.”