​​​​​​​Şandeya Rêveberiya Xweser serdana Wezareta Karên Derve ya Denmarkê kir

Li ser vexwendina fermi, şandeyeke Rêveberiya Xweser serdana Wezareta Karên Derve ya Danmarkê kir. Şêwirmendê hikumeta Danmarkê û berpirsê têkiliyên derve Larch Lose, balyoz û berpirsê dosyaya Sûriyê ya Wezareta Karên Derve Christopher Vivek û balyoza wezaretê ya karên mirovî Christina Berner beşdarî hevdîtinê bûn.

​​​​​​​Şandeya Rêveberiya Xweser serdana Wezareta Karên Derve ya Denmarkê kir
24 îlon, 2021   12:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji cîgirê hevserokatiya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd, nûnerê Rêveberiya Xweser ê Ewropayê Ebdulselam Mistefa û nûnerên Rêveberiya Xweser ên Skandînavyayê Şiyar Elî pêk hat.

Di hevdîtinê de têkilî û diyaloga di navbera Rêveberiya Xweser û Danmarkê de hatin nîqaşkirin. Larch Lose spasiya Rêveberiya Xweser kir ji ber têkoşîna wê ya li hemberî terorê û rola wê ya erênî ku di aloziya Sûriyê de lîstiye. Her wiha Lose got ew ji ber vê hevdîtinê kêfxweş e û diyar kir ku ji bo pêkanîna elwehiyê li herêmê, tunekirina terorê û bi awayekî erênî bi dosyaya mirovî re bidin û bistînin, li gorî ajandeyên hevbeş ên di navbera hevalbendan de kar dikin û eşkere kir ku dê pêşketinek di vî warî de çêbe.

Bedran Çiya Kurd jî li ser pêwîstiya pêşxistina karê hevbeş li ser astên cuda yên siyasî, aborî, mirovî û ewlehiyê piştrast kir da ku têkoşîna li dijî terorê berdewam bike. Her wiha îşaret bi êrişên qirkirinê yên li dijî gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got: “Dewleta Tirk hewl dide ewlehiya li herêmê têk bibe, sivîlan bide koçberkirin û kuştin. Ji ber ku endameke NATO`yê ye, divê endamên wê van sûcên dewleta Tirk ên li dijî gel li ber çavan bigire û nebin şirîkên van siyasetan.”

(şx)

ANHA