Li Yemenê şer giran e; Gelek çekdarên Hûsiyan hatin kuştin

Di şerên bi hêzên Yemenê re yê li gelek parêzgehên Yemenê, bi dehan çekdarên koma Ensar Ellah El-Hûsî hatin kuştin.

Li Yemenê şer giran e; Gelek çekdarên Hûsiyan hatin kuştin
22 îlon, 2021   08:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera Sky News, çavkaniyên leşkerî ji parêzgeha Meirib ê bakur rojhilatê welêt ragihandin ku li eniya El-Ebdiyê ya başûrê Meiribê, El-Meşih û El-Kesare yên rojavayê Meiribê, di şer de zêdetirî 50 çekdarên Hûsî hatine kuştin û hejmareke din birîndar bûye. Her wiha hêzên hikumetê 8 wesayîtên Hûsiyan rûxandine.

Hêzên hikumetê li eniya Xencer a parêzgeha Cof jî komînek ji kombûnên Hûsiyan re danî, di encamê de gelek çekdarên Hûsiyan hatin kuştin û birîndar bûn û yên din jî reviyan.

Li parêzgeha Şebwe ya başûr rojhilatê Yemenê jî, hêzên hikumetê ragihandin ku wan li eniyên Bêcan û El-Eyn gelek çekdarên Hûsiyan kuştine û birîndar kirine, her wiha 7 wesayîtên wan rûxandine.

Di heman çarçoveyê de, li parêzgehên Meirib, Beyda û Seida balafirên şer ên koalîsyonê gelek wesayît, kombûyîn û nuqteyên Hûsiyan bombebaran kirin, tê de gelek wendahiyên canî ji koma navborî de çêbûn.

Hêzên hevbeş li rojavayê Gerînendiya Heys a başûrê parêzgeha El-Hudeyde jî balafireke keşfê ya bombebarkirî ya Hûsiyan xistin xwarê.

Li sînorên parêzgehên Dali û Lehec a bakur û bakurê rojavayê Yemenê, şerên giran rû da û tê de gelek çekdarên Hûsiyan hatin kuştin û birîndar bûn. Hemwextî wê yekê êrişa Hûsiyan a li Gerînendiya Muqbene ya parêzgeha Teizê ya başûr rojavayê Yemenê, hate tekbirin.

(cx)