'Erdogan beriya hevdîtina bi Pûtîn û Reyîsî re dê şerê li Idlibê gur bike'

Çavkaniyên ji Tirkiyê ragihand ku Erdogan beriya civîna wî  bi serokên Rûsya û Îranê re dê şerê li Idlibê gur bike.

'Erdogan beriya hevdîtina bi Pûtîn û Reyîsî re dê şerê li Idlibê gur bike'
22 îlon, 2021   08:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî raporeke ajansa Bloomberg a Amerîkayê, dewleta Tirk hêzeke mezin ber bi bakur rojavayê Sûriyê yê dagirkirî ve şandiye. Erdogan amadekariyan dike da ku di hefteya pêş bi serokên Rûsya û Îranê re bicive.

Tevî ku nîşaneyên êrişeke giştî tune ne jî, lê zêdekirina êrişên ku balafirên şer ên Rûsyayê û hêzên hikûmeta Şamê li ser erdê pêk tînin bala berpirsên Tirkiyê yên ku rastî rexneyên herêmî tê, kişand.

Li gorî berpirsên Tirkiyê ku nasnameya xwe eşkere nekir, tê payîn Erdogan dema di 29`ê Îlonê de bi Vladimîr Pûtîn û Serokê Îranê Îbrahîm Reyîsî re bicive dê şerê li Idlibê gur bike.

(bx)