Mîsyona hikumeta nû ya Lubnanê vegerandina baweriya bi lîreya Lubnanê ye

Hikumeta Lubnanê hat avakirin û bawerî wergirt. Lê gelek pirsgirêk li pêş hikumetê hene ku pêdiviya wan bi çareseriyê heye. Welatiyên lubnanî dema avakirina hikumetê hat ragihandin, yekser daketina nirxê dolar dît.

Mîsyona hikumeta nû ya Lubnanê vegerandina baweriya bi lîreya Lubnanê ye
22 îlon, 2021   08:42
BEYRÛT - ZIYAD EBÛ XEZALE

Bi avakirina hikumeta nû re nirxê lîreyê Lubnanê li hember dolar baş bû ku her dolarek 14 hezar lîreyê Lubnanê ye.

Tevî vê başbûna di nirxê lîreyê Lubnanê li hember dolar de, lê hîna reşbîniyeke giştî di nava lubnaniyan de heye ku ew başbûn nikare welatê wan ji çirava krîzên aborî û mirovî derxe. Bi tunebûna baweriyê ku hikumeta nû nikare rewşê baş bike, lubnanî li hember ji nû ve rewş tevlihev bibe û kirêtir bibe, metirsîdar in ku dibe ku di mehên pêş de nirxê dolar li hember lîreyê Lubnanê pir bilind bibe.

Metirsiyên lubnaniyên pir normal û mentiqî ne û li hember rewşa ku ji zêdetirî 2 sal e tijî hêviyên mixabîniyê ne ku tê de valahiyeke siyasî û alozî hebû, bi fikar in. Ji ber wê di vê demê de pêwîstî bi rûdaneke aborî ya awarte li gorî plana hikumetê ya xurt ku welat ji krîzê rizgar bike, heye. Her wiha avakirina hikumetê û dayîna dolaran bi rêya alîkariyên navneteweyî ji Lubnanê re dibe ku budçeya diravdayînê û nirxê lîreyê Lubnanê baş bike, lê belê krîz ji wê mezintir e û vedigere sala 2011’an. Anku budçeya diravdayînê ji wê demê heta niha di acizbûn û xetimandinê de ye. Lê heke çi qas alîkariyên diravî (pere) yên pêş hebin dê niha nekarin acizbûna bi dirêjahiya salên borî ku gihaştiye zêdetirî 30 milyon dolarî, derbas bike.

HÊVÎ JI HIKUMETA MÎQATÎ TUNE NE

Her tişt hîna wekî xwe ye; bihabûna zêde, keysbazî û veşartina dermanan. Dibe rewş di dema pêş de piştî piştevanî ji ser sotemeniyê hat rakirin ji berê girêktir û xerabtir bibe. Dê bi wê re bazirgan zêde dolaran bi kar bînin û lîreyê Lubnanê hilweşe. Ev tevahî vedigere ku hikumetê hîna tu tedbîrên cidî negirtine û alîkariyên navneteweyî hîna neketine pratîkê.

Axaftina li ser pêkanîna tedbîrên bingehîn demeke dirêj dixwaze. Ji ber pêdiviya benda sereke ya tedbîrên hikumetê yên guncaw bi dan û standinên bi Banka Cîhanê re heye.

Pispor têkildarî rewşa aborî dibêjin ku başbûna biçûk a di nirxê lîreyê Lubnanê li hember dolar de tenê ji bo xweşbîniya siyasî ye. Ji ber ku hîna dolar bi 16 hezar lîreyê Lubnanê tê kirîn û firotin, ev jî rastiyê eşkere dike.

Hikumet li hember çareyên bingehîn ji krîza aborî ya mezin û zirarên ku digihîne bi sed milyar dolaran re destvala ye, ji ber ew hikumeteke hilbijartinan e. Her wiha hin pereyên welatiyên di bankan de ne, ji lew re doz bi girêk e û tu ewlehiyek li ser başbûna nirxê lîre tune ye.

Her kes dizane ku guhartina di nirxê lîreyê de bi rasthatina avakirina hikumetê îsbat kir ku dolar bi atmosfera siyasî ya li Lubnanê ve girêdayî ye û li dawiyê lîstoka fînansmanan e û niha lîstok tê kontrolkirin.

Axaftinên li ser îstiqrara nirxê lîreyê Lubnanê li hember dolar tu sûdekê bi xwe re nayne, ji ber lîstok a fînansmanan e. Lê divê hikumeta nxw erkên xwe yên aktîf û lezgîn pêk bîne da ku welatiyan ji vê krîzê rizgar bike.

HIKUMETA LUBNANÊ LI PÊŞBERÎ EZMÛNEKE DIJWAR E

Avakirina hikumeta Lubnanê piştî xemsarî û rawestandineke siyasî ya dirêj li welat dê bi xwe re derî li pêş alîkariyên navneteweyî yên fermî û rêxistinî veke. Ew jî dê gaz ji Misirê were, madeyên xwarin û pêdiviyên dîtir ên bingehîn ji derve werin Lubnanê. Lê lezkirina di dan û standinên li gel Banka Cîhanê dê bandoreke baş ji lubnaniyan re pêk bîne.

Di dawiyê de, ev tevahî bi deynê diravên biyanî ve girêdayî ku bankên Lubnanê nirxê 10 milyar dolaran tehmûl dike û yê mayî jî sandoqên fînansa Amerîkayê tehemûl dike. Lê divê destpêkê dan û standin bi Bank Cîhanê re were kirin da ku bankên Lubnanê aktîf bike da ku encamên pratîk pêk werin.

Li aliyekî din jî civaka navneteweyî rêbaza hikumeta nû ya bi serokatiya Mîqatî dişopîne, nexasim jî li hember krîza aborî û pirsgirêkên wê. Heke hikumet di dan û standinan de bi bin ket dê rewş xirabtir bibe.

Piraniya çavdêran dibînin ku hikumeta Mîqatî ji hikumetên berê ne cudatir e. Ji ber ku heke hikumetê tiştek kir, dê nekare li hember teqînê bisekine. Bi wê re dê rewşa wê tenê hikumeta rizgarkirina ji hilweşînê be. Lê pêdiviya pirsgirêkên berê û yên pêş tevî deh salên dirêj ên kedê heye.

(fr)

ANHA