Li Eyn Îsa sivîlekî din birîndar bû

Di topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gundê Mielek, Kampa Eyn Îsa û rêya M4 a bakur rojavayê Eyn Îsa de, sivîlekî din birîndar bû.

Li Eyn Îsa sivîlekî din birîndar bû
22 îlon, 2021   07:57
EYN ÎSA

Nûçegihana me ji navçeyê ragihand ku li herêmên niha rastî topbarana artêşa Tirk a dagirker tên, bi dehan erebeyên sivîlan ên ji Eyn Îsa di rêya M4 re berê xwe didin navçeya Til Temirê, rawestiyane.

Nûçegihana me diyar kir ku di topbarana rêya M4 ku erebeyên sivîlan lê rawestiyane, sivîlê bi navê Mehmûd Fayiz El-Menfî (20) birîndar bûye.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/FS6BWEyJY8U" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>