Endamên PYD`ê: Dewleta Tirk qanûnan nas nake, lewma tecrîdê dewam dike

Endamên PYD’ê yên Reqayê da zanîn ku dewleta Tirk di 22 salên komployê û tecrîdkirina rêber Ocalan de armancên xwe pêk neanîn. Her wiha destnîşan kirin ku çareyên rêber Ocalan pêşniyar kirine yekane rêya bidawîkirina krîza Sûriyê û Rojhilata Navîn bi giştî ye.

Endamên PYD`ê: Dewleta Tirk qanûnan nas nake, lewma tecrîdê dewam dike
22 îlon, 2021   07:53
REQA-XALID CUMA

Endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bal kişandin ser binpêkirina dewleta Tirk ên mîsaq û qanûnên navneteweyî yên mafên mirovan bi taybet di danûstandina wê bi girtiyên siyasî re û di serî de jî rêber Abdullah Ocalan ku ji 22 salan ve ji tevahî mafan mehrûm e.

Têkildarî mijarê, Hevserokê Nivîsgeha Rêxistinê ya PYD’ê ya Reqayê Gazî El-Yasîn bal kişand ser armanca dewleta Tirk ji tecrîdkirina rêber Ocalan û wiha got: "Armanca dewleta Tirk ji tecrîdkirinê ew e ku vîna gelên azadîxwaz ên xwe dispêrin fikr û felsefeya rêber Ocalan ku êdî bûye sembola gelên cîhanê yên azad, bişikîne."

Gazî El-Yasîn wiha domand: "Ji destpêka Tevgera Rizgariya Kurdistanê di merheleya yekemîn de rêber Abdullah Ocalan banga xilaskirina civaka Kurd ji aliyên ku bi dewleta Tirk re hevkariyê dikin, kir. Lê piştre rêber Ocalan fikrên xwe bi pêş xistin û hemû gel girtin nava xwe. Ji lew re komplo li dijî wî pêk anîn da ku vê projeyê têk bibin."

El-Yasîn anî ziman ku dewleta Tirk ne dewleta qanûnan e, lê belê dewleta mafyayê ye û wiha dewam kir: “Heke na, wê demê wê rêz ji qanûna navneteweyî re bigirta û bihişta parêzer û malbata wî serdana wî bikin. Nexasim ew tenê xwe temsîl nake, ew êdî ji bo hemû gelên cîhanê yên azadîxwaz bûye sembol. Kesekî ku dixwaze aştiyê pêk bîne, ji mafê wî ye ku azad bijî.”

FIRKÊN RÊBER OCALAN MAFÊN TEVAHÎ PÊKHATEYAN DAYÊ

Li aliyekî din jî Berdevka Nivîsgeha Jinan a PYD’ê ya Reqayê Ebîr El-Xelîl ev tişt got: "Rêber Ocalan bi felsefeya xwe mirovahiya rasteqîn îsbat kir, ew jî bi dayîna mafên her ferdekî/ê ye. Bi taybet mafên jinan ku berê ji tevahî qadan hatibû dûrxistin. Gelo çi sûd ji girtina fîzîkî ya rêber Ocalan heye eger ku fikirê wî yê ku dewleta Tirk û dewletên kapîtalîst jê ditirsîn li derve ye û li ser erdê pêk tê."

Ebîr wiha dawî li gotina xwe anî: "Êdî tevahî cîhan bi projeya enternasyonalîst ya rêber Ocalan dizane. Projeya ku hevgirtin di navbera gelan û pêkhateyan de çêkir û rola jinan a pêşentgiya civakan vegerand û ew ji zihniyeta mêrdestiyê rizgar kirin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/N9Su_kNFCCg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>