El-Debîba biryara vekişîna baweriyê ji hikumeta wî red kir

Serokwezîrê Hikumeta Yekîtiya Niştimanî, Ebdulhemîd El-Debîba, biryara parlamentoya Lîbyayê ya vekişîna baweriyê ji hikumeta wî red kir.

El-Debîba biryara vekişîna baweriyê ji hikumeta wî red kir
22 îlon, 2021   08:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Ebdulhemîd El-Debîba got dê erka xwe ya ku dest pê kiriye bidomîne heya avakirina yekîtiya welat û li darxistina hilbijartinan.

El-Debîba duh, li pêşiya kombûnek li bajarokê El-Zawiyê li rojavayê welêt bang li hemû gelê Lîbyayê ji hemû bajaran kir ku roja înê dakevin kolanan û li "Meydana şehîdan" li paytexta Terablusê kom bibin.

 (dx)