Çeteyên dagirker li navçeya Raco ciwanek revand

Çeteyên “Cebhe Şamiyê” ciwanek ji gundê Omera yê navçeya Raco ya Efrîna dagirkirî revand.

Çeteyên dagirker li navçeya Raco ciwanek revand
22 îlon, 2021   06:48
 ŞEHBA

Çavkaniyekî ji kantona Efrînê ya dagirkirî ragihand ku çeteyên “Cebhe Şamiyê” yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker welatiyê bi navê Welîd Mihemed Nesan ê ji gundê Omera yê Raco, revand.

Li gorî çavkanî, ENKS`ê ji Welîd Nesan xwestibû vegere gundê xwe û soz dabû ku kes nêzî wî nebe. Lê dema ku ciwanê navborî gihaşt gundê xwe, yekser ji aliyê çeteyan ve hat revandin û ew birin bajarê Ezazê yê dagirkirî.

Çavkanî bi bîr xist ku çeteyan li hemberî serbestberdana Welîd, 20 milyon lîreyên Sûriyê ji malbata wî xwestin. Heta niha çarenûsa Welîd ne diyar e.

(cx)

ANHA