Desteya Tenduristiyê ji bo pêşîlêgirtina koronayê banga pêkanîna tedbîran kir

Cîgira Hevserokatiya Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê Bêrîvan Derwîş ji bo pêşîlêgirtina belavbûna vîrusa korona banga girtina tedbîran kir û got, ger rewş wiha bidome, dibe ku xedexeya derketina derve li herêmê were ragihandin.

Desteya Tenduristiyê ji bo pêşîlêgirtina koronayê banga pêkanîna tedbîran kir
22 îlon, 2021   06:53
QAMIŞLO- SÎMA BIROKÊ

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî pêla çaremîn ji vîrusa korona (covid-19) tê. Di nava vê mehê de rojên 13/14/16/19/20 û 21`ê Îlonê li pey hev bîlançoya vîrusa korona ji aliyê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ve bi hejmarên bilind hat ragihandin.

Bi taybet li bajar û navçeyên herêma Cizîrê hejmara pêketî û mirina bi nexweşiya vîrusa korona zêde dibe di heman demê de nexweşxaneyên Covid-19 li herêmê tijî pêketiyên korona bûne.

Cîgira Hevserokatiya Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê Bêrîvan Derwîş ji ajansa me re axivî û diyar kir ku di rojê de ne kêmî 80 yan 100 kesî bi korona dikevin û wiha domand: "Beriya demekê şaneya aloziyê civiya û li gorî wê biryara dawî hate ragihandin, lê heke em di şopandinê de bibînin ku rewş xerabtir dibe û vîrusa korona li herêmê ber bi belavbûneke zêdetir ve diçe, dibe ku em qedexeya giştî li herêmê ragihînin.

Di 14`ê Îlonê de Rêveberiya Xweser ji bo pêşîlêgirtina belavbûna korona, kombûnên mezin ên wekî (Şahî, konên sersaxiyê, kombûnên mezin, kongre, meş û hwd) li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê qedexe kir.

Bêrîvan Derwîş da zanîn ku divê gel bizane ku ev vîrus, vîrusa mirinê ye, ne vîruseke hêsan e û divê civak ji bo rêgirtina li ber belavbûna vîrusê xwe tedbîrên xwe bigire û xwe biparêze , her wiha li gorî biryarên Desteya Tenduristiyê tev bigire.

Bêrîvan Derwîş bal kişand ser rewşa xwendekarên dibistanan û got: “Ev pêl hemû temenan hedef digire, di nava zarokan de danûstendin heye. Divê malbata her xwendekarekî/ê şîretan bidin zarokên xwe."

`GEL PIR XEMSAR NÊZÎ NEXWEŞIYÊ DIBE`

Şêniyên bajarê Dêrikê derbarê xemsariya gel û xeteriya vîrusa korona de nêrînên xwe anîn ziman.

Welatiyê bi navê Ebdullah Hemze da xuyakirin ku ruxmî ku gelek kes bi vîrusê ketine û gelek jî pê dimirin, lê hîna jî gel xemsar nêzî nexweşiyê dibe û cidî nagire û wiha berdewam kir: "Divê ji bo hişyarkirina gel li ser bandor û xeteriya vîrusa korona bername bi rêya ragihandinê werin amadekirin."

Her wiha welatiya bi navê Zîlan Koçer jî da zanîn ku divê gel bi tedbîr tev bigere û li hundir û derveyî malê parastina xwe bike. Divê hemû civak haj paqijiyê xwe ya kesayetî û paqijiya hawirdorê hebe.

Di bîlançoya (covid-19) ya Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya 21`ê Îlonê de, 270 kesên din bi koronayê ketine, di heman bîlançoyê de 10 kesan ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dane.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/DnmYEUe44Dw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>