Piştî salekê ji revandinê û agahiya kuştina wê, Melek li malbata xwe vedigere

Keça bi navê Melek Nebî Xelîl Cuma piştî salekê ji revandinê vegeriya mala xwe ya li gundê Derwîş ê li navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî. Melek rastiya revandinê wê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve eşkere kir. Ew jî piştî hin tevnên civakî ku wêneyên dişibin wê li nava zeviyên çandiniyê yên navçeya Şera kuştî hatiye dîtin.

Piştî salekê ji revandinê û agahiya kuştina wê, Melek li malbata xwe vedigere
8 îlon, 2021   18:03
ŞEHBA

Çavkaniyekî taybet ji navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî ji ajansa me re diyar kir ku zaroka bi navê Melek Nebî Xelîl Cuma ya 16`e salî, beriya çend rojan vegeriya mala xwe û rastiya revandina xwe eşkere kir. Melek piştrast kir ku dema hin wêne di girtîgeha navendî "Asayîşa berê" ya Efrîna dagirkirî de 23`yê Gulana derbasbûyî hatin belavkirin, ew di nav jinan de bû, lê piştî wan ew ji girtîgehê derxist, çeteyekî ew revand.

Çeteyên bi navê "Artêşa Nuxbe" Melek revandin û piştî 15 rojan ji revandinê, agahiya qetilkirina wê belav bû ku cenazeya zarokeke mîna wê bi 3 guleyan hatibû qetilkirin û rûyê wê jî pir xirab bûbû, avêtibûn nava zeviyên di navbera gundê Qestel Cindo û bajarê Ezazê de. Wê demê jî hate gotin ku ew Melek e, lê malbata wê nekarîn cenazeyê nas bikin, ji ber ku rûyê wê tevahî hatibû xerabkirin.

Melek beriya çend rojan li malbata xwe vegeriya û ji wan re awayê revandina xwe ya ji aliyê çeteyên artêşa Tirk a dagirker ve li navçeya Şere eşkere kir. Melek diyar kir ku çeteyan ew birin parêzgeha Idlibê û di dirêjahiya vê demê de li gel xwe ragirtin û wekî DAIŞ`iyên ku nêzî jinên Şengalê dibûn, nêzî wê dibûn.

Çavkanî ragihand ku çeteyekî ji bajarê Idlibê yê Sûriyê ku berê du caran zewicîye, bi Melekê re dizewice lê piştî hevserên wî israr kir ku Melek berde, çete piştî wê demê Melek radestî çeteyên "Nuxbe" yê li gundê Meydankê yê navçeya Şera dike. Lê piştî ku rewşa Melek a tenduristî û derûnî pir xerab bû, çeteyan ew serbest berda.

(eh)

ANHA