Hêzên Ewlekariya Hundirîn kujerên Fatme Şêxmûs girt

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku wê kujerên Fatme Şêxmûs Ehmed girtine. Cenazeyê Fatme Şêxmûs li ser rêya di navbera Qamişlo û Hesekê de hatibû dîtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn kujerên Fatme Şêxmûs girt
8 îlon, 2021   15:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê mijarê de ev agahî parve kir:

“Di vê dawiyê de li ser malperên tevna civakî sûcê qetilkirina jina bi navê Fatme Şêxmûs Ehmed li ser rêya di navbera Hesekê û Qamişloyê de gelek belav bû. Hêzên me yên têkoşîna li dijî sûcan ên Hesekê piştî bûyerê dest bi lêgerîn û lêpirsînê kir. Di encamê de 2 kes girtin ku guman ji wan hebûn û piştî ku hat îsbatkirin ku wan Fatme kuştiye, hema yekser hatin girtin.

Dema lêpirsîn bi dawî bibe, em ê detayên bûyerê ragihînin.

Em soz didin gelê xwe ku tê bikoşin û hemû kesên hewl didin ewlehiya herêmên me têk bibin, bigirin û wan radestê edaletê bikin.”

(şx)

ANHA