Mîhrîcana Hunera Zarokan a li Rimêlanê bi dawî bû

Mîhrîcana Hunera Zarokan a 6'emîn di roja sêyemîn de li bajarokê Rimêlan bi dawî bû.

Mîhrîcana Hunera Zarokan a li Rimêlanê bi dawî bû
3 îlon, 2021   16:58
QAMIŞLO

Mîhrîcana Hunera Zarokan a 6'emîn 1'ê Îlonê bi diruşma "Aştî bi xemla zarokan bedew dibe" ji aliyê Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk Tevgera Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve dest pê kir. Mîhrîcan diyarî rêber Abdullah Ocalan û zarokên Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê hate kirin.

Di nava sê rojan de 24 komên hunerî yên zarokan ên ji bajar, navçe û bajarokên kantona Qamişloyê li ser dika navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran hunerên pêşkêş kirin.

/ar/uploads/files/2021/09/03/161234_2021-9-3-girke-dewiye-fistivale-28229.webp

Di roja sêyemîn a dawî de, Koma Zarokên Hîlala Zêrîn, Koma Nû Deng Da, Koma Şehîd Rîhan a ji Qamişlo, Koma Kulîlkên Koçeran a ji Koçerat, Koma Berfa Çiya ya ji Rimêlan û Koma Şehîd Bêrîtan a ji Amûdê stran pêşkêş kirin.

Her wiha Koma Jînda Hewlêr a ji gundê Maşûq ê Tirbespiyê şanoyek, Koma Gulên Buharê û Koma Zarokên Aştiyê yên ji Til Koçerê govendên folkolarî pêşkêş kirin.

ANHA

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/zPUdnjawnEw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>