​​​​​​​Mîhrîcana Mardotho ya yekemîn dest pê kir

Mîhrîcana Mardotho ya yekemîn ku balê dikişîne ser Çand û Hunera Suryan bi tevlîbûna 4 komên dîlanan li bajarê Qamişlo dest pê kir.

​​​​​​​Mîhrîcana Mardotho ya yekemîn dest pê kir
​​​​​​​Mîhrîcana Mardotho ya yekemîn dest pê kir
​​​​​​​Mîhrîcana Mardotho ya yekemîn dest pê kir
​​​​​​​Mîhrîcana Mardotho ya yekemîn dest pê kir
​​​​​​​Mîhrîcana Mardotho ya yekemîn dest pê kir
​​​​​​​Mîhrîcana Mardotho ya yekemîn dest pê kir
3 îlon, 2021   17:51
QAMIŞLO

Komeleya Çandê ya Suryanî li Sûriyê bi serpereştiya Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê, Mîhrîcan Mardotho ya yekemîn li hola Selam a li bajarê Qamişlo dest pê kir.

Di Mîhrîcanê de şêniyên civaka Suryan,  nûnerên Rêveberiya Xweser, Partiya Yekitiya Suryan, Yekitiya Jinên Suryanî, Meclisa Jinan a Sûriyê û Meclisa Leşkerî ya Suryanî  hazir bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtin, mîhrîcan bi dengê muzîkê ya Koma Komeleya Çandê ya Suryanî li Sûriyê dest pê kir. Paşê endamê Rêveberiya Komeleya Çandê ya Suryanî li Sûriyê Hena Somê bixêrhatina beşdaran kir û spasiya Desteya Çandê ya herêma Cizîrê kir.

Hena daxuyakirin ku bi mîhrîcanên çandê dikarin parastina çanda xwe bikin, her wiha çand û hunera suryanî ji pêkhateyên din re bidin pênasekirin.

Piştre komên Yersûsa, Bermaya, Înana û Lamîta govendên ji çanda suryanî gerandin. Di nava mîhrîcanê de pêşangeha kevneşopiya suryanî jî hat vekirin.

Mîhrîcan dê 5 vê mehê bi dawî bibe û dê sibe stran, helbest,  muzîk û çîrokên girêdayî civaka suryanî bên pêşkêşkirin.

Tê payîn ku ev mîhrîcan wê her sal were lidarxistin.

(sb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/pK06OqPXGLM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>