Li paytexta Lîbyayê şer derket, NY'yê banga agirbestê kir

Li derdora herêma Selahedîn a paytexta Lîbya Terablusê, di navbera "hêzên piştevaniya ewlehiyê" ya girêdayî meclisa serokatî û Tûgeya 444 a girêdayê serokatiya erkan de şer derket. Şandeya Neteweyên Yekbûyî ya li Lîbyayê fikarên xwe derbarê berdewama şerê çekdarî de anî ziman.

Li paytexta Lîbyayê şer derket, NY'yê banga agirbestê kir
3 îlon, 2021   16:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Di saetên sibehê de şerekî giran di navbera hêzên piştevaniya ewlehiyê ya girêdayî meclisa serokatî û Tûgeya 444 a girêdayê serokatiya erkan de derket.  Şer li derdora herêma Selahedîn a paytexta Lîbya Terablusê qewimînî.

Her wiha li derdora baregehên leşkerî yên li herêmê, zêdetir li baregeha Tebkalî de rêzeteqîn rû dan.

Hate ragihandin ku di encama şerê ku tê de çekên giran hatin birkaran, hêzên piştevaniyê ewlehiyê dest danîn ser baregeha Tebkalî ya Tûgeya 444.

Şandeya Neteweyên Yekbûyî ya taybet ji bo Lîbyayê têkildarî berdewama şer fikarên xwe anîn ziman û banga agirbestê li hemû aliyên şer kir.

Her wiha bang li desthilatdariyê kir ku berpirsyartiyên xwe yên paratina sivîlan li gorî biryarên Neteweyên Yekbûyî pêk bînin.

Girêdayî vê, ragihandinên lîbyayî li ser zimanê fermandarê herêma Terablusê ragihand ku ragihand ku şer li derdora baregeha Tekbalî rawestiya û aramî li herêma Selahedîn a girêdayî paytextê serwer e.

Li gorî Tora Al-Arabia Alhadath, fermandarê Tûgeya 444 hesabekî serbixwe ji bo tûgeyê vekiriye û pere wergirtiye, paşê jî çûye Tirkiyê.

Her wiha diyar kir ku fermandarê herêma leşkerî ya Terablusê ferman daye hemû koman da ku êrişê tûgeyê bike.