Kombûna Jinên Zenobiya ji bo encamên kongreya yekemîn civîn li dar xist

Tevgera Kombûna Jinên Zenobiya piştî lidarxistina kongreya yekemîn civîneke giştî li Dêrazorê li dar xist. Civîn ji bo danasîna rêziknameya tevgerê û encamên kongreya yekemîn ku di 01.06.2021’an de hatiye lidarxistin, hat organîzekirin.

Kombûna Jinên Zenobiya ji bo encamên kongreya yekemîn civîn li dar xist
1 îlon, 2021   16:49
DÊRAZOR

Di civînê de bi dehan jinên ji meclisên sivîl, herêmî û leşkerî yên Dêrazorê amade bûn. Civîn li hola Meclisa Sivîl a herêma Seba Kêlo hat lidarxistin û bi deqeyeke rêzigirtinê dest pê kir. Destpêka civînê rêziknameya Tevgera Kombûna Jinên Zenobiya hat xwendin, têgeha tevgerê û armanca wê hat şîrovekirin.

/ar/uploads/files/2021/09/01/161003_derzor-jin-28229.webp

Têkildarî civînê endama Desteya Rêveber a Tevgera Kombûnên Jinên Zenobiya Şehrezad El-Casim axivî û îşaret bi lidarxistina kongreya yekemîn a tevgerê kir ku di 01.06.2021’an de hatiye lidarxistin. Şehrezad El-Casim wiha got: "Îro li Dêrazorê ji bo nîqaşên li ser encamên kongreya yekemîn civîn hat lidarxistin. Armanca civînê yekitiya jinan were avakirin, bi hev re xebatek were kirin. Her wiha di vê civînê de rêgezên kombûnê û rêziknameyê wê hatin nîqaşkirin."

Şehrezad El-Casim wiha domand: "Armanc ew e ku pergalek were avakirin, da ku tevahî jinên li Sûriyê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser wê bimeşin ku xwe bigihînin tevahî jinan. Tevî wê jî armanc ew e ku encam, qanûn, rêgez û armancên civînê werin pêşkêşkirin ku mafên jinan ji tevahî şêweyên tundiya malbatî, cesedî, koçberî û tecawîzî tê misogerkirin."

Şehrezad El-Casim bal kişand ser ku armanca din jî jinên tevahî saziyên Rêveberiya Xweser an jî saziyên taybet bi jinan bibin yek.

Li dawiyê nîqaş li ser tevahî bendên rêziknameyê û encamên kongreya yekemîn a tevgerê hatin kirin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/oXm-Ul1kASI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>