Ji bo naskirina rewşa herêmê şandeyeke Partiye Sûriya Pêşerojê serdana Hecînê kir

Şandeyeke Partiya Sûriya Pêşerojê serdana Meclisa Gel a Hecînê kir ku rewşa li herêmê bişopîne, guhdarî nêrîn û xwestekên şêniyan bike.

Ji bo naskirina rewşa herêmê şandeyeke Partiye Sûriya Pêşerojê serdana Hecînê kir
1 îlon, 2021   16:00
DÊRAZOR

Bi beşdariya gelek şêx, rûspiyên herêmê, rewşenbîr, nûnerên meclisên sivîl û xwecihî yên gundewarê rojhilatê Dêrazorê, nûnerên Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê gundewarê rojhilatê bajêr panelek li hola civînan a Meclisa Gel a Hecînê hat lidarxistin.

/ar/uploads/files/2021/09/01/140938_abrahym-qftan.webp

Hevseroka Meclisa Gel Selah El-Selman di panelê de axivî û bixêrhatina beşdaran kir. Dûvre Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham Dawûd li ser rewşa siyasî û pêşdeçûnên li herêmê û Sûriyê bi giştî û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet axivî.

Sîham Dawûd da zanîn ku ew bi hemû hêza xwe hewl didin krîza Sûriyê bi rêya bername û rêgezên xwe yên pirrengî, demokratîk û nenavendîbûnê çareser bikin. 

/ar/uploads/files/2021/09/01/141002_ndwh-hwaryh-lhzb-swryh-almstqbl-28229.webp

Sîham girîngiya hevgirtina civakî û belavkirina zanabûnê di nava şêniyan de ji bo avakirina civakeke hevseng û rêgeza biratiya gelan pêk were, piştrast kir.

Piştre beşdaran li ser rewşa giştî ya herêmê û bandora krîza aborî li ser şêniyan digel dorpêç û ambargoya dijwar a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê gotubêj kirin.

Her wiha beşdaran nêrîn û pêşniyarên xwe ji bo çareserkirian rewşên siyasî, aborî û xizmetguzarî li herêmê pêşkêş kirin.

Ev serdan û panel li ser bangewaziya şêniyan pêk hat.

(fr)

ANHA