QSD`ê nasnameyên 4 şehîdên Til Temirê eşkere kirin

QSD'ê nasnameyên 4 hevrêyên xwe yên duh di êrişa dewleta Tirk a dagirker ya li dijî navenda Têkiliyan a Meclisa Leşkerî ya Til Temirê de şehîd bûn, eşkere kirin.

QSD`ê nasnameyên 4 şehîdên Til Temirê eşkere kirin
20 tebax, 2021   11:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî mijarê daxuyaniyek da.

 Daxuyanî wiha ye:

Di roja 19'ê Tebaxê, di seet 18:00'an de, di encama êrişek dewleta Tirk a dagirker de, endama konseya Leşkerî ya YPJ û endama konseya Leşkerî ya QSD`ê rêheval Sosin Bîrhat, ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê rêheval Egîd Girkê Legê, şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê rêheval Rûbar Hesekê û rêheval Seyfullah Ehmed gihiştin asta şehadetê.

Heval Sosin a ji Efrînê ku di tevahî pêngav û pêvajoyên girîng ên şoreşgerî ên li rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de cîhê xwe girt, weke fermandarek YPJê li hember terora DAIŞ û dagirkeriya Tirk di eniyên herî pêş de cîhê xwe girt. Rêheval Egîd jî, hîn di salên ku şoreşa me nû çirûsk vedida, bi fedakariyek mezin xwe tevlî nav refên fedaiyan kir, bi kedek mezin hewl da berpirsiyariyên xwe yên ji bo gelê me pêk bîne. Hevalên me Rûbar Hesekê û Seyfullah Ehmed jî, di demên herî zor û zehmet de di eniyên şoreşê de bêyî dudilî têkoşîna xwe meşandin.

Nasnameyên rêhevalên me yên şehîd wiha ne;

Nasnav: Sosin Bîrhat

Nav û Paşnav: Sosin Mihemed

Navê dayik: Zeyneb

Navê bav: Hesen

Cîh û dîroka Şehadetê: Til Temir | 19 Tebax 2021

Nasnav: Egîd Girkêlegê

Nav û Paşnav: Peywan Remeda

Navê dayik: Fercê

Navê bav: Elî

Cîh û dîroka Şehadetê: Til Temir | 19 Tebax 2021

Nasnav: Rubar Hesekê

Nav û Paşnav: Elî El-Xerze

Navê dayik: Neîma

Navê bav: Nayıf

Cîh û dîroka Şehadetê: Til Temir | 19 Tebax 2021

Nasnav: Seyfullah Ehmed

Nav û Paşnav: Seyfullah Ehmed

Navê dayik: Munîfa

Navê bav: Newaf

Cîh û dîroka Şehadetê: Til Temir | 19 Tebax 2021

Em di şexsê hevrêyên xwe, endama konseya leşkerî a YPJ`ê û QSD`ê rêheval Sosin, ji fermandarên Meclisa Leşkerî a Til Temirê hevrê Egîd, endamên Meclisa Leşkerî a Til Temirê Rûbar Hesekê û Seyfûllah Ehmed de, hemû şehîdên şoreşê û qehremanan bi rêzdarî bi bîr tînin. Em sersaxiyê ji gelê xwe û malbatên pîroz ên şehîdan re dixwazin.”