Êzidiyên Efrînê bi çalakiyekê piştgiriya xwe ji şêniyên Şengalê re ragihand

Yekitiya Êzidiyên Efrînê ji bo piştgirîdayîna şêniyên Şengalê û şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagiker li ser Şengalê, konê çalakiyê veda.

Êzidiyên Efrînê bi çalakiyekê piştgiriya xwe ji şêniyên Şengalê re ragihand
20 tebax, 2021   11:06
 ŞEHBA

Yekitiya Êzidiyên Kantona Efrînê konê çalakiyê li navçeya Ehres a kantona Şehbayê veda. Bi dehan şênî, endam û rêveberên meclisa bajarokê Fafînê û endamên yekitiyê beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de, endamê Meclisa Bajarokê Fafînê yê navçeya Ehdasê Îdrîs Şêxo axivî û sûcên dagirkeriya Tirk şermezar kirin û wiha got: “Artêşa Tirk bi rêya zêdekirina hovîtiya xwe li dijî herêmê, hewl dide zextê li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şêniyên Şengalê bike. Duh Şengal bû, îro Til Temir e, Divê Kur dli hemberî dijmin bibin yek.”

Şêxo bêdengiya navneteweyî li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û diyar kir ku divê rêxistina mafên mirovan û yên îdiaya parastina sivîlan dikin, destwerdanê bikin û êrişan rawestînin.

Hêjayî gotinê ye ku îro wê Meclisa Navçeya Ehdas û Meclisa Bajarokê Babinês serdana konê çalakiyê bikin. Tê payîn ku çalakî 3 rojan dewam bike.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Y3TtOt4fnG4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>