Jinên Efgan xwest di hikumeta nû de cih bigirin

Dezgehên çapemeniyê yên Efganistanê ragihand ku komeke jinên Efgan bang li tevgera Talîbanê kir ku di hikumeta bê de rola jinan jî hebe.

Jinên Efgan xwest di hikumeta nû de cih bigirin
20 tebax, 2021   12:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî kanala Tilû News, komeke jinên Efgan ku karmendên hikumeta berê û rêxistinên sivîl bûn, kombûnek li dar xist û tê de metirsiyên xwe der barê nûnertiya jinan di hikumeta bê de anî ziman.

Jinan diyar kir ku divê Talîban rola pêşketin û têkoşîna jinan a 20 salan paşguh neke.

Çalakvana hiqûqî ya beşdarî kombûnê bûye Ferîha Eysar ji kanalê re wiha got: “Nabe ku hikumet an rayedar jinên Efganê paşguh bikin. Em ê dev ji mafên xwe yên perwerde, xebat û beşdarbûna xebatên siyasî û civakî bernedin.”

(cx)