Li gundewarê Idlibê di êrişa hikumta Şamê de 9 sivîl hatin kuştin

Hêzên hikumeta Şamê gelek bajarokên başûr û rojavayê Idlibê topbaran kirin. Hejmara qurbaniyên êrişa duh a hikumeta Şamê ya li dijî malên sivîlan ên li gundewarê Idlibê jî, gihaşt 9 kesan ku 8 ji wan zarok in.

Li gundewarê Idlibê di êrişa hikumta Şamê de 9 sivîl hatin kuştin
20 tebax, 2021   09:31
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), îro hêzên hikumeta Şamê derdorê gundê El-Fitêra û gundê Şenan ên başûrê Idlibê bi çekên giran tobparan kirin. Di topbarana li dijî bajarokê Kefer Nûran ê rojavayê Helebê de jî, hejmareke sivîlan birîndar bûn.

Duh jî hikumeta Şamê yekser malên sivîlan ên li gundewarê Idlibê bi çekên giran topbaran kiribûn, di encamê de li bajarokê Kensefra ji heman malbatê 4 zarok hatibûn kuştin. SOHR`ê ragihand ku di 24 saetên dawiyê de hejmara qurbaniyan gihaştiye 9 kesan (8 zarok û jinekê).

Hêzên hikumeta Şamê duh bi topên “Krasnopol” ên rûsî malên sivîlan ên li gundê Belşûn ê cebel Zawiyê yê başûrê Idlibê, topbaran kiribûn, 4 kesan hatibûn kuştin û 3 birîndar bûbûn.

(cx)