Bedran Hemo: Siyaseta PDK’ê xizmeta dagirkeriyê dike

Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê Bedran Hemo got, êrişa PDK’ê ya li dijî gerîlayan li ser neteweya Kurd xeteriyek e û bang li PDK’ê kir ku bi lez çarenûsa gerîlayên revandî eşkere bike.

Bedran Hemo: Siyaseta PDK’ê xizmeta dagirkeriyê dike
20 tebax, 2021   08:41
HELEB-ARIF SILÊMAN

Di 26’ê Tîrmeha borî de, komek ji gerîlayên HPG’ê li gundê Bêxme yê girêdayî navçeya Xelîfan a Başûrê Kurdistanê rastî êrişa PDK’ê hat û hîna çarenûsa wan ne diyar e.

Girêdayî vê, endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Şêxmeqsûdê ya Helebê Bedran Hemo wiha got: "PDK’ê û dewleta Tirk di aliyên fikirî û zihnî de ji bo berjewendiyên xwe yek in û Tevgera Rizgariya Kurdistanê li ser xwe xetere dibînin."

Hemo behsa êrişên dagirkeriya Tirk ên ji 23’yê Nîsana borî ve û berxwedana gerîla yên li dijî êrişan kir û ev li gotina xwe zêde kir: "Ji ber berxwedana gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê yên li dijî dagirkeriya Tirk , dewleta Tirk ji bo dagirkirina herêmên HPG’ê pişta xwe dide PDK’ê. Ev yek jî li ser hebûna gelê Kurdistanê xeterî ye."

Li ser şehîdbûna 5 pêşmergeyan Hemo wiha got: "Ev êriş yek ji planên dewleta Tirk a dagirker bû da ku careke din fîtne û şerê navxweyî derxîne."

‛ÊRIŞA LI DIJÎ GERÎLAYN LI DIJÎ NETEWEYA KURD XETERÎ YE’

Bedran Hemo li ser êrişa ku PDK’ê ya li dijî komeke gerîlayan got, ev kiryar xizmeta Kurd û Kurdistanê nakin, lê belê xizmetî dijmin kurdan, di serî de jî dewleta Tirk dike û bang li PDK’ê kir ku çarenûsa gerîlayên revandî eşkere bike.

Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Bedran Hemo di dawiyê de bang li PDK’ê kir ku nekeve xefka siyasetên dagirkeriya Tirk  da ku şerê nexweyî çênebe û wiha bi dawî kir: "Divê hemû hezkiriyên Kurdistanê ji bo lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê xebatê bikin, da ku hebûna xwe ya dîrokî îsbat bikin, ji ber ku dîrokê rehmê nake."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/4-Zz6Pl5RDE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>