ANHA`yê şopên topbarana dagirkeriya Tirk li ser Til Temirê belge kir

Ajansa me bi dîmen û wêneyan wêraniya ji ber topbarana dewleta Tirk a dagirker li ser navenda Têkiliyan a Meclisa Leşkerî ya Til Temirê çêbûye, belge kir.

ANHA`yê şopên topbarana dagirkeriya Tirk li ser Til Temirê belge kir
20 tebax, 2021   09:53
TIL TEMIR

Di dîmen û wêneyên hatine kişandin de asta wêraniya di avahiya Têkiliyan a Meclisa Leşkerî ya Til Temirê û malên sivîlan de çêbûye, xuya dibe.

Meclisa Leşkerî ya Til Temirê ragihand ku di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li ser avahiya wan a têkiliyan de ku duh bi şev pêk hat, 4 endamên meclisê şehîd bûne û hinek jî birîndar bûne. Meclisê di dauxyaniyeke xwe de piştrast kir ku ew ê li hemberî van êrişan di çarçoveya parastina rewa de bersivê bidin.

Dewleta Tirk a dagirker ji beriya hefteyekê ve êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê zêde kirine. Di êrişan de gelek sûcên şer pêk anîn ku li gorî qanûnên Neteweyên Yekbûyî (NY) divê hesab ji sûcdaran were xwestin.

HERDU ERÎŞÊN LI DIJÎ ŞENGALÊ

Dewleta Tirk a dagirker di 16 û 17`ê Tebaxê 2 êrişên hewayî li dijî Şengalê pêk anîn. Êrişa yekemîn li dijî sûka kevn a Şengalê bû, ya din jî li dijî nexweşxaneya gundê Sikêniyê ya girêdayî Şengalê pêk hat.

Di her du êrişan de yek ji fermandarên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Seîd Hesen û şervanê YBŞ`ê Îsa Xwedêda şehîd bûn û 3 sivîl birîndar bûn. Di êrişa din a li dijî nexweşxaneya Sikêniyê de 4 endamên kadroya tenduristiyê û 4 şervanên YBŞ`ê şehîd bûn û 4 birîndar bûn.

TOPBARANKIRINA ZIRGAN Û TIL TEMIRÊ YÊN BI SIVÎLAN DAGIRTÎ

Her du êriş hemwextî topbarana bêserûber a li ser navenda navçeya Zirganê û herêma Til Temirê ya tijî sivîl, pêk hatin.

Meclisa Leşkerî ya Til Temirê têkildarî êrişê duh daxuyanî da û tê de got dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji beriya hefteyekê ve êrişên xwe li dijî hêzên herêmê û gelê herêmê didomînin.

Meclisê piştrast kir ku dewleta Tirk a dagirker bajarokê Til Temirê û gundên wê, bajarokê Zirganê û gundên wê, gundên Dirdara û mezrayên wê, gundê Qibûr Qeracna, Mislta, Qebir Sixîr û Şêx El-Elî bi dijwarî topbaran kirin.

Di 17`ê Tebaxê de dewleta Tirk a dagirker gundê Tawîle yê rojavayê Til Temirê û rêya M4`ê topbaran kir û di encamê de zarokek û jina bi navê Nede Dexam Mesîx şehîd bûn û zêdetirî 16 sivîl birîndar bûn ku piraniya wan jin û zarok bûn.

MINBIC

Li dijî gundên Minbicê yên bi sivîlan dagirtî jî, di şeva 18`ê Tebaxê û sibeha 19`ê Tebaxê de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Kawiklî, Yalinlî û Hemra yên bakur rojavayê Minbicê bi zêdetirî 115 topan topbaran kirin. Roja pêncşemê di saet 10:00`ê sibehê de jî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Hoşeriyê, Cat û Toxar Sixîr topbaran kirin. Li gorî agahiyên ku Meclisa Leşkerî ya Minbicê parve kirine, duh sibehê şervanên wan hewldaneke çeteyên dewleta Tirk a dagirker ya bicihbûna li gundê Cat şikand û di encamê de 2 çete hatin kuştin.

EFRÎN Û ŞEHBA

Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî domdar êrişî kantona Şehbayê û navçeya Şêrawayê ya Efrîna dagirkirî dike. Artêşa dagirker û çeteyên wê ji vê sibehê ve gundên Meyasê û Birc Qas ên girêdayî navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê, topbaran dike.

 (şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/MDI4qIp9z8w" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>