Di teqîna li Derayê de 6 leşkerên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin

Îro li gundewarên rojavayê Derayê mayinek teqiya. Di encamê de 6 leşkerên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin.

Di teqîna li Derayê de 6 leşkerên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin
19 tebax, 2021   11:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku îro mayinek bi erebeyeke leşkerî de li ser rêya Şebreq a di navbera bajarokên Nafea û Eyn Zikir a li rojavayê Derayê de teqiya. Di encamê de esferek û 5 leşkerên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.

Ji aliyekî din ve jî, çekdarên nenas duh bendeke leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê li başûrê Dailê kir hedef.

Duh li bajarok û bajarên Derayê gel derketibû xwepêşandanan û nexşerêya çareseriyê ya Rûsyayê red kir.

(dm)