Di xwepêşandanên li rojhilatê Efganistanê de kuştî hene

Dezgehên çapemeniyê ragihand ku endamên tevgera Talîbanê gule bi ser xwepêşandêrên li rojhilatê Efganistanê de reşandin. Di encamê de birîndar û kuştî çêbûn.

Di xwepêşandanên li rojhilatê Efganistanê de kuştî hene
19 tebax, 2021   11:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Reuters ragihand ku endamên Talîbanê di xwepêşandana bi boneya roja serxwebûnê ya bajarê Esedabad de gule li xwepêşandêran reşandine û kuştî û birîndar hene.

Li gorî Reutersê, di xwepêşandinê de gelek kes hatine kuştin, lê ne diyar e ka bi guleyên endamên Talîbanê yan di encama parastina xwepêşandêran de hatine kuştin.

Gelek şêniyên Esedabad derketin kolanan û ala neteweyî ya Efganistanê di xwepêşandanê de li ba kir.

Dezgehên çapemeniyê ragihand ku duh endamên Talîbanê gule bi ser xwepêşandana li bajarê Celalabad de reşandin û di encamê de 3 kes hatin kuştin û 12 kes jî birîndar bûn.

(dm)