Saziyên sivîl û siyasî êrişên li ser Şengal û Zirganê şermezar kirin

Saziyên sivîl û siyasî êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê şermezar kirin û bang li rêxistinên mafên mirovan ên cîhanê kir ku li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker, helwesta xwe diyar bikin.

Saziyên sivîl û siyasî êrişên li ser Şengal û Zirganê şermezar kirin
Saziyên sivîl û siyasî êrişên li ser Şengal û Zirganê şermezar kirin
Saziyên sivîl û siyasî êrişên li ser Şengal û Zirganê şermezar kirin
19 tebax, 2021   11:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Saziyên sivîl û siyasî têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên 16 û 17`ê Tebaxê li ser Şengalê, her wiha li ser navçeya Zirganê, daxuyanî dan.

Kadroyên tenduristiyê li Minbic û gundewarên wê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê Mehmûd Îsmaîl ve hate xwendin. Bi dehan endamên saziyên civaka sivîl, endamên Komîteya Tenduristiyê û Heyva Sor beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî li pêşiya Nexweşxaneya Firat hate dayîn.

‘BINPÊKIRINEKE BERBIÇAV’

Di daxuyaniyê de topbarana dewleta Tirk li ser sazî û kadroyên tenduristiyê li Şengalê her wiha li ser navçeya Zirganê hate şermezarkirin û hate gotin ev binpêkirineke berbiçav a  serdestiya dewletan û hedefgirtina yekser a li dijî sivîl, kadroyên tenduristiyê û saziyên mirovî ye.

Her wiha bang li civaka navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên pêwendîdar û NY`yê hate kirin ku erka xwe li hember kadroyên tenduristiyê û sivîlên herêmê pêk bîne.

Her wiha PYD`ê li Reqayê di vê der barê de daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê endamê partiyê Mihed Xazî ve hate xwendin. Daxuyanî li qada navenda bajêr hate dayîn. Di daxuyaniyê de topbarana li ser Şengalê hate şermezarkirin.

PYD`ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku hedefgirtina Şengalê ne tiştekî nû ye û beriya qirkirina êzidiyan ku ji aliyê DAIŞ`ê ve hate destpêkirin, didome.

‘BINPÊKIRINA PÎVANÊN NAVNETEWEYÎ’

Her wiha meclisa herêma rojhilat a Dêrazorê hedefgirtina dewleta Tirk ji sivîlan re şermezar kir û girêdayî mijarê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê hevserokê Meclisa Gel a bajarokê Hecînê Selah Îsmaîl El-Selam ve hate xwendin.

Meclisê got êrişên dewleta Tirk li ser Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê binpêkirina hemû pîvanên nanveteweyî û mirovî ye û bang li civaka navneteweyî û Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê, NY`yê û rêxistinên mafên mirovan kir ku destwerdanê bike û komkujiyê li dijî sivîlan rawestîne.

(bx)

ANHA