Li Efrînê çeteyên dewleta Tirk jinek û zaroka wê revandin

Çavkaniyên ji Efrînê ragihand ku çeteyên Sultan Murad jinek û zaroka wê ji gundê Qortqolaqê yê navçeya Şera ya Efrînê revandin.

Li Efrînê çeteyên dewleta Tirk jinek û zaroka wê revandin
19 tebax, 2021   09:34
ŞEHBA

Li gorî çavkaniyên ji gund, çeteyên Sultan Murad ên girêdayî dagirkeriya Tirk gundê Qortqolaqê ji 11'ê Tebaxê de dorpêç kiriye.

Di 11'ê Tebaxê de çeteyan Ednan Berekat û kurê wî Îbiş revandin. Îro jî  çeteyan hevjîna wî Riweyda Silêman û zaroka wê Solîn Berekat a 14 sal revandin.

Çeteyan bi hinceta ku Ednan û Îbiş berê bi saziyên Rêveberiya Xweser re dixebitîn, revandin.

Di deh rojan de, hejmara kesên ku ji gundê Qortqolaqê hatine revandin, gihaşt 29 kesan ku di nav de jin û zarok jî hene.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku çeteyên Tirk di 11'ê Tebaxê de 15 welatî ku yek ji wan nexweş bû, revandin. Her wiha di 15'ê Tebaxê de jî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê 12 sivîl revandibûn.

(dm)

ANHA