Piştî têkçûna li Tûnisê, dewleta Tirk hewl dide Îxwanên Lîbyayê xurt bike

Pispora Îxwan El-Muslimîn a Foruma Rojhilata Navîn Sênsiya Ferhat got piştî têkçûna Îxwanan li Tûnisê, Îxwanên li Lîbya û heta yên li bakurê Afrîka û Nîjeryayê bi hêztir bibin.

Piştî têkçûna li Tûnisê, dewleta Tirk hewl dide Îxwanên Lîbyayê xurt bike
19 tebax, 2021   09:28
 NAVENDA NÛÇEYAN - GÎVARA ŞÊX NÛR- ŞEYMA ELÎ

Piştî derbeya ku Îxwanan li Tûnisê xwariye, Îxwanên li Lîbyayê metirsîdar in û hewl didin rewşê ji nû ve aloz bikin û fitneyan derxin. Li Lîbyayê di demên dawîn de astengiyên nû derketin. Daneyên heyî destnîşan dikin ku Îxwan li pey wan kiryaran in.

Parlamanterê Lîbyayê Seîd Mexîb bang kir ku Misir û Tûnisê xwe bikin pêşeng û alîkariyê bidin artêşê da ku ji Îxwanan xilas bibin. Mexîb got: “Rewş li cem me ne cudatir e, çareserî tenê bi pêkanîna heman rêbaza ku cîranên me bi kar aniye, pêkan e.”

HIKUMETA DEBÎBE LI LÎBYAYÊ DESTEKÊ DIDE TIRKIYÊ

Di demekê de ku zextên navneteweyî li ser Tirkiyê zêde dibin ji bo ku çeteyên xwe ji Lîbyayê vekişîne, her wiha bi nêzîkbûna dema hilbijartinan re, serokê Hikumeta Yekitiya Nîştimanî Ebdulhemdî El-Debîbe hefteya borî serdana Tirkiyê kir.

Çavdêr dibêjin ku serdan wekî nîşaneya piştgiriya hikumeta heyî ya Lîbyayê ji rola Tirkiyê li Lîbyayê re ye.

SORKIRINA ÎXWANAN LI DIJÎ HEFTER

Muftiyê ku ji meclisa parlementeran a Lîbyayê hatiye dûrxistin Sadiq El-Geriyanî îşaret pê kir ku divê hikumeta Lîbyayê girîngiyê bide xurtkirina têkiliyên bi dewleta Tirk û Qeterê re da ku li hember fermandarê giştî yê artêşa Lîbyayê Xelîfe Hefter bisekine.

El-Geriyanî di daxuyaniya xwe ya li ser Twitterê de wiha got: "Em pêngava serdana dawî ya Tirkiyê ji hikumetê re pîroz dikin. Divê têkiliya xwe bi her du hevalbendan re; dewleta Tirk û Qeter, xurt bike. Ji ber ku her du dewlet ên ku di her aloziyekî de bi gelê me re, sekinîn."

El-Geriyanî ne tenê bang li hikumeta Lîbyayê kir ku xwe bi aliyê derve xurt bike û bang kir ku dewleta Tirk bikare welatê wî xurt bike lê belê ji komên çekdar xwest ku amade bin.

DEWLETA TIRK: EM DERNAKEVIN

Wezîrê parastinê yê Tirk Hulusî Akar got hêza artêşa Tirk li Lîbyayê ye û dê jê dernekeve. Akar di hefteya borî de ji çapemeniyê re wiha axivî: "Hebûna dewleta Tirk li Lîbyayê li gorî peymanên di navbera her du welatan de, di çarçoveya hevkariya leşkerî û perwerdekirinê de ye."

Her wiha îdia kir ku welatê wî şêwirmendiyên ewlehî û perwerdeyê pêşkêş dike û ne biyanî li Lîbyayê ne lê belê çalakiyên xwe li gorî banga hikumetê didomînin.

Têkildarî hewldana Îxwanan li Lîbyayê ku rêya lihevkirinê di navbera gelê Lîbyayê de asteng bike, lêkolîner û akademîsyenê lîbyayî Dr. Cibrayîl El-Ubeydî wiha axivî: "Li Lîbyayê Îxwan hewl didin hilbijartinên ku di Kanûna pêş de werin lidarxistin, têk bibin. Ji ber ku ew dizanin ku gelê Lîbyayê ji wan hez nake."

EL-DEBÎBE MAYÎNA TIRKIYÊ REWA DIKE

Cibrayîl El-Ubeydî di axaftina xwe ji ANHA`yê re behsa serdana El-Debîbe ji Tirkiyê kir û wiha domand: "Mixabin Îxwan ji bo hejaran bixe bin serweriya xwe de pereyên siyasî, bikar tîne. Her wiha serokê hikumeta Yekitiya Niştîmanî jî kete hembêza Îxwan û çekdaran û bûye beşek ji pirsgirêkê ne ji çareseriyê. Debîbe weke serokekî ji aliyekî bêyî yê din re tev digere. Li kêleka çekdaran sekinî û siyaseta cûdahiyê, provokasyon û paşguhkirinê bikar tîne. Her wiha hewl da ku xwe bi aliyên derve xurt bike û Lîbya bi peyamên bi dewleta Tirk re girê bide û bi vê yekê qanûn û xebatê hikumeta xwe binpê dike da ku hebûna hêzên Tirkiyê û çeteyên ku dewleta Tirk ew anîne, rewa bike."

El-Ubeydî destnîşan kir ku ew texmîn nake ku dewleta Tirk di derketina ji Lîbyayê de cidî ye û Amerîka fişareke rast pêk nayîne û wiha dewam kir:" Ji ber Amerîka di dema Trump destûr da Erdogan ku derbasî Lîbyayê bibe û bi vê yekê hewl da ku zextê li aliyê Rûsya bike. Amerîka li Lîbyayê bi rêya dewleta Tirk şerekî bi Rûsyayê re dike. Dewleta Tirk jî bi rêveberiya Îxwanan berjewendiyên wê li Lîbyayê bi yên Amerîka li dijî Rûsya, tevlî hev bû."

'HERÊMÊN ŞER JI ÎXWANAN RE EWLE NE'

Her wiha pispora kar û barên Îxwanan a Foruma Rojhilata Navîn Sênsiya Ferhat texmîn kir ku Îxwan li Lîbyayê piştî ketina Îxwanan li Tûnisê hewl didin hêza xwe zêde bikin û ev tişt anî ziman: "Dema ku rêxistina Îxwan El-Muslimîn li cihekî têk diçe, vediguhere herêmên ku şer lê dijwar e ji ber ji wan re ewle ye û sedema wê jî hebûna şaneyên wê yên şer e. Lewra piştî Îxwan li Tûnisê têk çûn tê texmînkirin ku hêza xwe li Lîbyayê û dewletên Afrîka weke bakurê Afrîka û Nigeria zêde bike."

Sênsiya Ferhat ji ANHA`yê re piştrast kir ku Lîbya ji Îxwanan re navendeke stratejîk e û got: “Cihê li Îxwan El-Muslimîn lê hebin tevlîheviyên siyasî û ideolojîk lê hene. Ji ber hebûna xwe bi rêya pêşesaziyê û mayîna şer, rewa dikin. Recep Tayyîp Erdogan tevî binketina wî di parastina koma Ixwnan di aliyê siyasî de, ji ber vê yekê jî berê xwe didin rêyên veşartî û tundiyê û Lîbyayê ku navendeke stratejîk ji bo xwe dibînin."

CEZAYÊN NAVNETEWEYÎ

Têkildarî destekdayîna El-Debîbe ji Îxwanan re Sênsiya Ferhat got: "Ebdulhemîd El-Debîbe bi nêzîkbûna xwe ji Îxwan El-Muslimîn re û destekdayîna ji rêxisitinên çekdar re navdar e. Tê texmînkirin ku di encama serdana wî ji Tirkiyê re peyamenk di navbera wî û Erdogan de were çêkirin da ku Lîbyayê veguherînin yek ji navendên sereke ji Îxwanan re. Ev yek jî piştî ku şaneya wan li Tûnisê lawaz bû."

Sênsiya Ferhat di axaftina piştrast kir ku  pêwîstiya derketina Tirkiyê ji Lîbyayê bi cezayên navneteweyî li dijî Erdogan heye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dewleta Tirk bêyî cezayên navneteweyî, çeteyên xwe ji Lîbyayê, dernaxe. Îxwan rêzdariyê nadin peymanên navneteweyî û tu girîngiya wê li gel wan tune ye. Heger Erdogan di aliyê aborî de neyê dorpêçkirin û nekeve lîsteya navneteweyî ya kesên ku destekê didin terorê, ewê dev ji siyaseta destekdayîn û xurtkirina rêxistinên çekdar, bernede."

(cx-bx)

ANHA