Kombûna Jinên Zenûbiya êrişên li ser Şengalê şermezar kir

Li Minbicê Kombûna Jinên Zenûbiya êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê şermezar kirin û got ew sûcekî şer e û diyar kir ku hedefgirtina nexweşxaneya Sikeniyê zîhniyeta dewleta Tirk û israrkirina wê di qirkirina êzidiyan de nîşan dide.

Kombûna Jinên Zenûbiya êrişên li ser Şengalê şermezar kir
19 tebax, 2021   10:01
MINBIC

Di 16`ê Tebaxa 2021`an de balafirên dewleta Tirk navenda Şengalê bombebaran kir û piştî wê bi rojekê nexweşxaneya gundê Sikeniyê yê Şengalê jî bombebaran kir. Di encama wê de 8 sivîl şehîd bûn û 4 kes jî birîndar bûn.

Têkildarî mijarê nivîsgeha Kombûna Jinên Zenûbiyayê ya Minbicê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê endama nivîsgehê Heyat Salim ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Bi navê Kombûna Jinên Zenûbiya ya Minbic û gundewarên wê em sûcên ku dewleta Tirk li dijî hemû gelan nexasim komkujiya dawî ku balafirên wê li Şengalê pêk anî û di encama wê de zarok û jin şehîd bû, şermezar dikin.

Kiryar û sûcên bi vî awayî ne cara yekemîne têne kirin. Ev sûc dûbare dibin û sûcên dermirovî ne. Hemû pîvan û qanûnên navneteweyî her wiha yên girêdayî mafên mirovan, jin û zarokan, binpê dike.

Êrişên li ser Şengalê û hedefgirtina yek ji nexweşxaneyên ku alîkariyên mirovî ji şêniyan re pêşkêş dike, zihniyeta dewleta Tirk a radîkal, hovîtî û faşîst diyar dike. Ev binpêkirin îsrara dewleta Tirk di qirkirin û dijminahiya li dijî şêniyên me li Şengalê û têkbirina berxwedana wa diyar dike.

Hedefgirtina dewleta Tirk ji sivîlan re sûcekî şer e. Rêxistinên mafên mirovan der barê van sûcan li ku derê ne.

Em bang li her mirovekî azad, civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku der barê sûcên ku dewleta Tirk pêk tîne gotina rastiyê bêjin, helwesta xwe diyar bikin, sînorekî ji binpêkirinan re dayinin û hesab ji dewleta Tirk bixwazin."

Daxuyanî bi dirûşmên silavkirina berxwedana gelê Şengalê, bi dawî bû.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ETfu29dnv70" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>