32 partî û hêzên siyasî li dijî plana qirkirinê ya dewleta Tirk banga têkoşînê kir

32 partî û hêzên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk a dagirker a li dijî gelê herêmê şermezar kir û bang li gelên herêmê kir ku xwedî li QSD`ê û Rêveberiya Xweser derkevin û berxwedanê bidomînin.

32 partî û hêzên siyasî li dijî plana qirkirinê ya dewleta Tirk banga têkoşînê kir
19 tebax, 2021   09:17
NAVENDA NÛÇEYAN

32 partî û hêzên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro daxuyaniyek da raya giştî û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê şermezar kirin. Partiyan piştrast kir ku siyaseta dewleta Tirk rê nade ku ewlehî li herêmê pêk were û li dijî vîna gelan e.

Daxuyanî wiha ye:

“Roj derbas nabe ku dewleta Tirk a dagirker komkujiyan li dijî sivîlan li herêmê pêk neyne, çi li Başûrê Kurdistanê yan jî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Herî dawî dewleta Tirk a dagirker nexweşxaneyeke Şengalê kir hedef. Di encamê de gelek kes ji hemû pêkhateyan bi taybet ên birayên me yên êzidî şehîd bûn û birîndar bûn.

Dewleta Tirk ji destpêka serdema berê ve li ser qirkirina gelan ava bûye. Hîna li ser meşandina heman siyasetê di serdema 21`an de bi israr e. Her wiha bi moşekan û topan êrişî bajarokê Zirganê yê herêma Serêkaniyê ya Rojava kir ku tijî şênî ye. Di encamê de jî gelek kes şehîd bûn û birîndar bûn ku di nav de jin û zarok hene.

Dewleta Tirk siyaseta qirkirinê li dijî gelan, bi taybet gelê Kurd dimeşîne. Ev siyaset bûye jêdera bêaramiya herêmê. Heke raneweste, dê bandorê li cîhanê bi giştî bike. Herî zêde dewleta Tirk destekê dide terorê, di serî de jî DAIŞ`ê. 

Ev siyaseta wê li dijî ewlehî, vîna gelan û projeyan e ku ewlehî û mafên rewa yên gelan pêk tîne.

Em bi tundî van êrişên li dijî herêmên ewle red dikin. Em bang li gelên cîhanê, NY û Konseya Ewlehiyê dikin ku rê nedin dewleta Tirk ku mîna van sûcan bike û hesabê jê bixwazin. Ji herêmên Sûriyê yên ku dagir kirine mîna Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Cerablus û Ezazê derxin.

Em bang li gelê herêmê dikin ku xwedî li hêzên xwe yên leşkerî Hêzên Sûriya Demokraîtk (QSD), projeya Rêveberiya Xweser derkevin ji ber ku ew rêya yekane ye ku bi rêya wê em dikarin mafên xwe bi dest bixin û ewlehî li herêmê pêk were.”

Hêz û partiyên ku daxuyaniya hevbar daye, ev in:

Heyet Tensîq Watanî, Tevgera Guhertinê ya Demokratîk, Tevgera Civaka Demokratîk, Partiya Yekitiya Demokratîk, Kongreya Star, Partiya Muhafizan a Demokratîk, Partiya Nûjen û Demokratîk, Desteya Nîştimanî ya Erebî, Yekitiya Suryan, Partiya Asûrî ya Demokratîk, Partiya Aştiyê ya Demokratîk a Kurdistanê, Yekitiya Lîbîral a Kurdistanê, Partiya Komunîst a Kurdistanê, Partî Demokrat a Kurdistanê ya li Sûriyê, Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê, Partiya Çepgir a Demokrat a Kurd li Sûriyê, Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanê, Partiya Nûkirin a Kurdistanê, Partiya Guhertin a Demokratîk a Krudistanê, Yekitiya Şexîlê ya Kurdistanê, Partiya Kesek a Demokratîk, Partiya Wîfaq a Demokartîk a kurd li Sûriyê, Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Yekîtî), Partiya Reform-Sûriyê, Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Partî), Partiya Biratî ya Kurdistanê, Partiya Rojava ya Demokratîk a Kurd li Sûriyê, Yekitiya Nîştimanî ya Azad-Rojava, Partiya Têkoşînê ya Demokratîk û Partiya Komarî ya Kurdistanê.

 (şx)

ANHA