Jinên ji Eyn Îsayê bang li eşîran kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk bisekinin

Jinên Eyn Îsayê bang li eşîrên kantona Girê spî kir ku li dijî sûcên dagirkeriya Tirk ên li dijî jinan serî hildin.

Jinên ji Eyn Îsayê bang li eşîran kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk bisekinin
19 tebax, 2021   08:44
EYN ÎSA -DÎCLE EHMED

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê komkujiyên li dijî şêniyên Girê Spî berdewam dikin. Di heman demê de, hêzên dagirker jinan direvînin û îşkenceyê li wan dikin.

Îstîxbarata dewleta Tirk û çeteyên wê di vê salê de 7 jin ji gundewarên kantonê revandin û îşkenceyên hov li dijî wan pêk tînin.

Li gorî çavkaniyan 6 jinên revandî ji bajarokên Hemam El-Tirkman in, yek ji Silok a girêdayî Girê Spî ye.

Di 10'ê vê mehê de jî istîxbarata dewleta Tirk û çeteyên wê Maya Xelef El-Xelîl û zarokê wê yê 40 rojî ya ji eşîra Bakîrat û Rewda Ebid El-Ehmed ji eşîrê Tobal revandin.

Têkildarî mijarê, welatiya bi navê Emîra Omer a ji navçeya Eyn Îsa van sûcên li dijî jinan şermezar kirin û bang li şênî û eşîrên li Girê Spî kir ku serî hildin.

Çavkaniyan diyar kir ku di demên dawî de Maya El-Xelîl û Rewda Ebid El-Ehmed berê serî li rûspiyekî eşîran dabû da ku wan biparêze, lê belê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi darê zorê revandin.

Endama Rêveberiya Kongreya Star a kantona Girê Spî Dîlan Hesen destnîşan kir ku armanca dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji van sûcan ew e ku vîna şêniyên herêma dagirkirî bişikîne. Her wiha Dîlan bang li eşîran kir ku li hember dagirkeriyê bisekine.

Dîlan bang li rêxistinên hiqûqî û jinan kir ku destwerdan bike û zextê li dewleta Tirk bike ku van sûcan rawestîne.

Ajansa me û rêxistinên hiqûqî revandin û destdirêjiya li dijî bi sedan jinên Efrînê û Serêkaniyê, belge kiribû.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/jcxmm1gaUEM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>