​​​​​​​Aram Hena: Divê gel li dora hêzên xwe bicive

Berdevkê fermî yê QSD’ê bêdengiya navneteweyî û hêzên garantor a têkildarî sûcên dewleta Tirk li herêmê bi hevkariya wan sûcan wesif kir, ji ber ew dihêlin dagirkerî sûcên xwe berdewam bike û got: "Divê gelê me li dora hêzên xwe bicive, ji ber ew hêz garantorê yekane ji bo parastina herêmê ye."

​​​​​​​Aram Hena: Divê gel li dora hêzên xwe bicive
18 tebax, 2021   17:29
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Duh dagirkeriay Tirk û çeteyên wê bi dijwarî navçeya Zirganê topbaran kirin, di encamê gelek sivîl şehîd bûn û gelek jî birîndar bûn, li gel wê jî zirarên mezin bi mal û milkên sivîlên Zirganê bûn.

Di van 5 rojên dawî de dagirkeriya Tirk û çeteyên wê êrişên xwe yên li dijî navçeyên Til Temir, Zirganê û gundewarên wê gur kirin, tevî ku li herêmê garantorê rûsî heye, lê beramber van êrişan bê deng e.

Berdevkê QSD’ê Aram Hena behsa êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li dijî bakurê Sûriyê ji Şehba, heta bi Til Temir û Zirganê kir û wiha got: "Ev yek piştî ku hêzên me bi têkbirina DAIŞ’ê re ewlehî û aramî pêk anî, pêk tên. Dagirkerî hewl dide vê aramiyê û hewldanên Rêveberiya Xweser ên naskirinê têk bibe."

‛ÊRIŞÊN LI DIJÎ HERÊMÊN ME DÊ BANDORÊ LI ŞERÊ LI DIJÎ TERORÊ BIKIN’

Hena wiha domand: "Di rojên borî de dagirkeriya Tirk û çeteyên wê êrişên li dijî Til Temirê, Zirgan û navenda bajêr zêde kirin. Di encama êrişan de ziyanê canî û madî çêbûn. Me jî li beramber van êrişan tedbîrên xwe yên parastina sivîlan di çarçoveya parastina rewa de girtin."

Hena sersaxiya malbatên qurbaniyan xwest û bêdengiya navneteweyî û hêzên garantor şermezar kir û wiha anî ziman: "Ev sûcên dewleta Tirk dê bandore li kedên me yên şerê terorê û parastina girtîgehên tê de DAIŞ hene bikin."

‛BÊDENGYA CIVAKA NVNETEWEYÎ TÊ WATEYA HEVKARIYÊ’

Hena bêdnegiya civaka navneteweyî ya têkildarî sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelên herêmê şermezar krin û bi şermînî wesif kir û wiha pê de çû: "Ev bêdengî ji dagirkeriyê re atmosfêreke guncaw ava dike ku sûcên xwe li dijî gelê me berdewam bike. Em bang li gelê me dikin ku li dora hêzên xwe bicivin, ji ber ew garantorê yekane ya parastina herêmê ye."

Aram Hena di dawiyê de bang li civaka navneteweyî kir ku van sûcan rawestîne û cezayên li dijî çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirk ferz bikin û sûcên wan eşkere bike.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/hz_jw8aWzvo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>