Cenazeyê ciwanekî li beyara Sosê hat dîtin

Îro li beyara Sosê ya rojhilatê Dêrazorê cenazeya ciwanekî li cihê avêtina çopê hate dîtin.

Cenazeyê ciwanekî li beyara Sosê hat dîtin
18 tebax, 2021   17:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî agahî ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn re hat ku cenazeya ciwanekî li beyara Sosê li cihê avêtina çopê ye, dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn berê xwe dan cihê bûyerê û cenaze dîtin. Dema cenaze hat derxistin û lêkolînkirin, hat eşkerekirin ku cenaze yê ciwanê bi navê Ebdullah El-Xelab ê ku beriya 5 rojan winda bûye. Ew ciwan ji şêniyên bajarokê Baxozê ji eşîra El-Mitlewên e.

Her wiha hîna lêpirsînên der barê naskirina sûcê bûye de berdewam in.

(fr)

ANHA