Karkerên Nexweşxaneya Avrîn: Em armanckirina nexweşxaneya Şengalê şermezar dikin

Bijîşk û hemşîreyên Nexweşxaneya Avrîn a li kantona Şehbayê bêdengiya hikumetên Bexda û Hewlêrê li hember êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî nexweşxaneya gundê Sekêniyê yê li Şengalê şermezar kirin û piştrast kir ku dagirkeriya Tirk di hedefgirtina nexweşxane û nuqteyên tenduristiyê de berdewam e.

Karkerên Nexweşxaneya Avrîn: Em armanckirina nexweşxaneya Şengalê şermezar dikin
18 tebax, 2021   17:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh balafirên şer ên dagirkeriya Tirk di danê nîvro de 3 derbe li nexweşxaneya sivîlan a li gundê Sekêniyê ya Şengalê dan, di encamê de 8 sivîl şehîd bûn, jê bijîşk, hemşîre hene û bi dehan jî birîndar bûn.

Her wiha roja duşemê jî firokeyeke bêpîlot a dagirkeriya Tirk li Şengalê erebeya ku tê de yek ji fermandarên YBŞ’ê Seîd Hesen û şervanên YBŞ’ê hebûn  armanc kir, di encamê de ew şehîd bûn, li gel wê jî sivîl jî birîndar bûn. Ev bombebaran hemwextî serdana serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ji Şengalê re pêk hat.

Têkildarî mijarê, gelek endamên Nexweşxaneya Avrînê li ser bombebaranên balafirên dagirkeriya Tirk ên li dijî parêzbeha Şengalê axivîn.

‛BÊDENGIYA CIVAKA NAVNETEWEYÎ DIHÊLE DEWLETA TIRK KOMKUJIYÊN XWE BERDEWAM BIKE’

/ar/uploads/files/2021/08/18/150526_dlwfan-sydw.webp

Bijîşk Dilovan Seydo yê ku di beşa radyolojiyê de dixebite armanckirina nexweşxaneya gundê Sekêniyê yê Şengalê şermezar kir û wiha got: "Hedefgirtina dagirkeriya Tirk ji nexweşxaneyê re, di dema êrişên wê li dijî kantona Efrînê û hedefgirtina Nexweşxaneya Avrînê de tîne bîra me."

Seydo destnîşan kir ku zihniyeta dagirkeriya Tirk heman zihniyet e, li beramber herêmeke Kurd û ya din nayê guhartin û wiha domand: "Siyaseta dewleta Tirk a dagirker û zihniyeta wê ya qirkirina gelan ji sedan sal ve nehatine guhartin. Bêdengiya navneteweyî jî dihêle dewleta Tirk sûcên qirkirina gelan berfireh bike."

‛ÊRIŞÊN DAGIRKERIYA TIRK ÊN LI DIJÎ ŞENGALÊ PEYAMEKE MEHA TEBAXÊ YE KU DÊ FERMANAN DUBARE BIKE’

Seydo behsa feramana dawî ya li dijî civaka êzidî ya di 2014’an li dijî Şengalê de bi destê çeteyên DAIŞ’ê pêk hatiye kir û ev tişt got: "Çeteyên DAIŞ’ê bi desteka dagirkeriya Tirk komkujî li dijî Şengalê pêk anî û êrişên bênavber ên li dijî Şengalê û nexweşxaneyê peyameke dewleta Tirk a di meha Tebaxê de ye ku komkujiyên li dijî êzidiyan berdewam dike."

Dilovan Seydo da zanîn ku hikumetên Bexda û Hewlêrê berpirsên hedefgirtina nexweşxane û nuqteyên tenduristî yên li Şengalê ne û wiha dawî li gotina xwe anî: "Em têkiliya hikumetên Bexda û Hewlêrê di hedefgirtina nexweşxaneyê de bi dûr naxin."

/ar/uploads/files/2021/08/18/150447_jmal-slyman.webp

Li aliyekî din jî endamê beşa dezenfektekirinê ya Nexweşxaneya Avrînê Cemal Silêman wiha got: "Armanckirina nexweşxaneya Şengalê sûcekî dermirovî ye û divê civaka navneteweyî dagirkeriya Tirk muhasebe bike."

Silêman pirs kir ku rola rêxistinên navneteweyî ji van sûcan li ku ye û wiha domand "Ka rêxistinên navneteweyî û hiqûqî? Çima dewleta Tirk têkildarî sûcên wê yên li dijî sivîlan de muhasebe nakin, bi taybet sûcên li dijî Şengalê de?"

‛DÎMENÊN KOMKUJIYA NEXWEŞXANEYA AVRÎNÊ HÎNA DI BÎRAWARIYA ME DE NE Û HEDEFGIRTINA NEXWEŞXANEYA ŞENGALÊ BIRÎN NÛ KIRIN’

/ar/uploads/files/2021/08/18/150547_altaqm-altby-fy-mshfa-aafryn-asthdaf-mshfa-shnkal-yayd-althakrh-bna-lasthdaf-mshfa-aafryn-iban-aladwan-28129.webp

Silêman behs kir ku armanckirina nexweşxaneya gundê Sekêniyê ne ya nû ne jî ya dawî ye û wiha pê de çû: "Dîmenên komkujiya Nexweşxaneya Avrînê hîna di bîrawariya me de ne. Vê carê jî bi hedefgirtina nexweşxaneya li Şengalê birînên me nû bûn. Divê civaka navneteweyî li dijî sûcên dagirkeriya Tirk bisekine."

Silêman têkildarî komkujiya li navçeya Zirganê û komkujiya li gundê Sefawiyê yê Eyn Îsayê ev tişt got: "Duh dagirkeriya Tirk li navçeya Zirganê ya herêma Cizîrê komkujiyek pêk anî, di encamê de 14 welatî şehîd bûn, di nav de jî zarok û jin hene. Her wiha di çend hefteyên borî de jî li gundê Sefawiyê ya Eyn Îsayê komkujiyek din pêk anî. Em van komkuyan şermezar dikin  û divê rê li pêş wan komkujiyan werin girtin."

Girêdayî wê Silêman anî ziman ku di 2019’an de dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Til Rifetê û Aqîbê li dijî sivîlan ku piraniya wan zarokên kêmî 15 saliyê bûn, komkujî pêk anîn.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/KFuLjwQO7mw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>