Deste û saziyên tenduristiyê yên Cizîrê êrişên Tirkiyê yên li dijî Şengalê şermezar kir

Desteya Tenduristî, Yekitiya Bijîşkan û Dermanxaneyan û Heyva Sor a Kurd ên Herêma Cizîrê êrişên hovane yên dermirovî yên li dijî nexweşxaneya Şengalê ku di encamê de 8 sivîl şehîd bûn û gelek jî birîndar bûn, şermezar kirin.

Deste û saziyên tenduristiyê yên Cizîrê êrişên Tirkiyê yên li dijî Şengalê şermezar kir
18 tebax, 2021   16:14
QAMIŞLO

Desteya Tenduristî, Yekitiya Bijîşk û Dermanxaneyan ên Herêma Cizîrê têkildarî êrişa hovane ya dermirovî ya li dijî sivîlên li Şengalê daxuyaniyek da.

Balafirên dagirkeriya Tirk navenda Şengalê bombebaran kirin, di encamê de yek ji fermandarên YBŞ’ê Seîd Hesen şehîd bû, duh jî nexweşxaneya gundê Sekêniyê yê Şengalê bombebaran kirin, bi wê re 8 sivîl şehîd bûn û 4 jî birîndar bûn. Vê yek hêrsa gel rakir û bang li civaka navneteweyî kir ku li hember van êrişan bisekine.

Hevseroka Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê Îqbal Salih bi beşdariya gelek bijîşk, hemşîre û pişesazan daxuyanî li pêş Nexweşxaneya Dil û Çavan a Qamişlo xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Di du rojên borî de balafirên dewleta Tirk a faşîst Nexweşxaneya gunê Sekêniyê ya Şengalê bombebaran kirin, di encamê de gelek sivîl şehîd bûn û gelek jî birîndar bûn, di nav de jî jin, zarok û mezin hene.

Lê heta niha tu agahiyên teqez ên girêdayî hejmara şehîdan tune ne, ji ber gelek hîna di bin kavilan de ne.

Em êrişa hovane ya dermirovî ya li dijî sivîlan şermezar dikin. Her wiha bang li tevahî dewletên cîhanê, rêxistinên mafên mirovan dikin ku li hember êrişên hovane yên dewleta Tirk a faşîst bisekinin."

(fr)

ANHA