Partiya Pêşxistin û Guhartin a Demokratîk êrişên li dijî Şengal û bakurê Sûriyê şermezar kirin

Partiya Pêşxistin û Guhartin a Demokratîk êriş û sûcên dagirkeriya Tirk ên li dijî Şengalê û bakurê Sûriyê şermezar kirin û bang li civaka navneteweyî kir ku li hember rawestandina sûcên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan berpirsiyariya xwe pêk bîne.

Partiya Pêşxistin û Guhartin a Demokratîk êrişên li dijî Şengal û bakurê Sûriyê şermezar kirin
18 tebax, 2021   15:14
HESEKÊ

Têkildarî mijarê Partiya Pêşxistin û Guhartin a Demokratîk a Şedadê daxuyaniyek bi diruşma" Serweriya dewletan mafekî pîroz e" da. Partiyê ev daxuyanî têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di encamê de zarok û sivîl bûne qurban û gelek birîndar çêbûn, da.

Sekreterê Giştî ya Partiya Pêşxistin û Guhartin a Demokratîk Îbrahîm El-Xelîl daxuyanî xwend û wiha tê de hate gotin:

"Li gorî mîsaq û qanûnên NY’yê û tevahî komeleyên mafên mirovan ku êrişên li dijî serweriya dewletan qedexe kirine, em êrişên dewleta Tirk ên li dijî Şengal û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di encamê de gelek qurbanî û birîndar çêbûn bi tundî şermezar dikin.

Em bang li civaka navneteweyî dikin ku sûcên dewleta Tirk li dijî sivîlan pêk tînin rawestîne û ji bêdengiya xwe derkeve û tedbîrên guncaw ên sînordarkirina van sûcan bigire."

(fr)

ANHA