Îlham Ehmed: Divê kujerên malbata Kurd radestî dadgeha terorê ya navneteweyî bên kirin

Îlham Ehmed teqez kir ku divê kujerên malbata Kurd a li Konyayê radestî dadgeha terorê ya navneteweyî bên kirin.

Îlham Ehmed: Divê kujerên malbata Kurd radestî dadgeha terorê ya navneteweyî bên kirin
1 tebax, 2021   07:53
 NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed têkildarî êrişa nîjadperest a li dijî malbata Dedeogûllari a Kurd li parêzgeha Konya ya Tirkiyê pêk hatiye, wiha got: “Di encama siyasetên nîjdperest ên partiya AKP`ê de, 7 welatiyên Kurd ji heman malbatê li Konya ya Tirkiyê hatin qetilkirin.”

Îlham Ehmed têkildarî bûyer duh li ser hesabê xwe yê tiwîtterê bi zimanên îngilîzî, erebî û kurdî tiwît belav kirin û diyar kir ku “Kurd rastî şerê qirkirinê tên.”

Îlham Ehmed “hewldanên qirkirinê” şermezar kirin û teqez kir ku divê kujerên malbata Kurd a li Konyayê radestî dadgeha terorê ya naventeweyî bên kirin. Îlham wiha got: “Divê civaka navneteweyî van sûcan rawestîne û sûcdar û kujeran radestî dadgeha terorê ya navneteweyî bike.”

Roja Înê, li parêzgeha Konya ya Tirkiyê di êrişeke nîjadperest de 7 endamên malbateke Kurd ku 3 ji wan jin bûn hatin qetilkirin û piştre mala wan ya li taxa Behcet Şehîr a li herêma Meram a li Konyayê bi temamî hate şewitandin.

Malbat beriya niha jî di 12`ê Gulanê de rastî êrişeke din ji aliyê 60 nîjadperestên Tirk ve hatibû û gefên kuştinê lê hatibûn xwarin.

Êrişa li dijî malbata Kurd, di çarçoveya zêdebûna êrişên nîjadperest ên faşîstên Tirk li dijî welatên Kurd ên li Tirkiyê de, pêk tê.

(cx)