li ser rêya M4 sivîlek bi bermahiyên dagirkeran birîndar bû

Îro li ser rêya M4 ku di navçeya Eyn Îsayê re derbas dibe, ji ber teqîna bermahiyeke dagirkeriya Tirk û çeteyên wê sivîlek birîndar bû.

li ser rêya M4 sivîlek bi bermahiyên dagirkeran birîndar bû
1 tebax, 2021   10:47
EYN ÎSA

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku welatiyê bi navê Ebdulkerîm Şelaş Qiwêdir ji ber teqîna mayînekê ji bermahiyên dewleta Tirk a dagirker, dema ku li ser rêya M4 derbas dibû, birîndar bûye.

Ebdulkerîm Qiwêdir ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya navçeya Eyn Îsayê û destwerdana lezgîn jê re hate pêşkêşkirin. Ji ber ku rewşa wî giran, ew piştre rakirin nexweşxaneya Reqayê.

(cx)

ANHA