Bandor û armancên cezayên DYA’yê li ser terorîstên girêdayî Tirkiyê çi ne?

Washingtonê li dijî terorîstan di nav de qatilê Hevrîn Xelef û koma çeteyên Ehrar El-Şerqiye ya herî nêz ji dewleta Tirk ve ceza birîn. Hevseroka MSD’ê Emîne Umer got:"Nîqaşên ji bo cezakirina tevahî terorîst û piştgira wan dewleta Tirk berdewam in."

Bandor û armancên cezayên DYA’yê li ser terorîstên girêdayî Tirkiyê çi ne?
1 tebax, 2021   08:02
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL-HEBÎB

DYA’yê 28’ê vê Tîrmehê cezayên nû li dijî ferd, blokên girêdayî hikumeta Şamê, komên çeteyan ên girêdayî dewleta Tirk di serî de Ehrar El-Şerqiye û terorîstê bi navê Ebû Hatim Şeqra yê berpirsê qetilkirina siyasetmedara sûrî Hevrîn Xelef, birîn.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bi daxuyaniyekê got: "Destê koma Ehrar El-Şerqiye di qetilkirina Hevrîn Xelef de heye ku di Cotmeha 2019’an de ew qetil kirin. Her wiha endamên komê berpirsê dizîna mal û milkên taybet ên sivîlan in û nehiştin koçberên sûrî vegerin warên xwe."

Wezareta Xezîneya Amerîkayê jî da zanîn ku koma Ehrar El-Şerqiye bi sedan kesên dîtir ji 2018’an ve di girtîgeha xwe de ya li nêzî Helebê qetil kirin û endamên berê yên DAIŞ’ê jî tevlî wê bûne.

QSD’ê jî bi daxuyaniyekê cezayên Wezareta Amerîkayê yên li dijî çeteyên Ehrar El-Şerqiye yên girêdayî dewleta Tirk erênî nirxand û bang kir ku divê serçeteyên wê komê û endamên wê pêkêşî dadgehên navneteweyî werin kirin.

MSD`ê FERIZKIRINA CEZAYAN LI DIJÎ TERORÎSTAN ERÊNÎ NIRXAND

Têkildarî mijarê, Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Emîne Umer got:" Em wekî MSD’ê cezayên DYA’ê li dijî kesayet û komên ku destekê ji dewleta Tirk digirin, erênî dibînin. Ev pêngaveke pêşketî ye û dihat texmînkirin ku rêveberiya Amerîkayê ya nû cezayan pêk bîne."

Emîne Umer da zanîn ku xistina Ebû Hatim Şeqra yê berpirsê qetilkirina şehîd Hevrîn Xelef û koma Ehrar El-Şerqiye di lîsteya cezayan de pêngaveke destpêkê ye ku piştî du salan di ser sûc û kiryarên wan re derbas bûn. Emîne wiha dewam kir: "Ev pêngav, nîşane ye ku civaka navneteweyî bi baldarî, bi rêya dosyayên ji rêxistinên têkildar ên li herêmê digihînin wan ve, dişopînin."

Emîne Umer bang kir ku pêngavên din û berfireh pêk bînin û wiha domand: "Divê ev ceza li dijî tevahî komên terorîst û komên ku sûcên hovane li dijî gelê Sûriyê li her deverê dikin, pêk werin. Ev ceza wek pêngaveke destpêkê baş e, lê belê divê li pey pêngavên dîtir hebin û divê sûcdar li pêş dadgehên navneteweyî werin cezakirin."

Ebû Hatim Şeqra serçeteyê Ehrar El-Şerqiye ye, di dîmen û wêneyan de li gel ajokar û parêzvanên siyasetmedar Hevrîn Xelef de xuya dibe, her wiha li gorî raporan Ebû Şeqra sûcê qetilkirinê kiriye.

Têkiliyên Ebû Hatim Şeqra bi rêveberên Tirkiyê yên fermî re hene. Di Nîsana 2018’an de Ebû Hatim Şeqra bi serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyip Erdogan re civiya.

Têkildarî vê mijarê jî, Hevseroka MSD’ê Emîne Umer got: "Destê dewleta Tirk bi isbatan di piştgiriya komên terorîst de heye û ji wan re sîwanekî ewlekirinê dabîn dike ku sûcên zêde li herêmên dagirkirî pêk bîne. Dewleta Tirk berpirsê tevahî sûcên ku ev komên terorîst pêk tîne. Ji lew re, divê civaka navneteweyî cezayan li dijî blok û kesayetên Tirk ku destên wan di sûcan de hene, ferz bike."

Piştî dagirkirina dewleta Tirk û çeteyên wê herêmên Efrîn û Ezazê, Ebû Hatim Şeqra gelek sûcên dermovî li dijî şêniyên Efrîn û Ezazê kirin, bazirganî bi malbat dikir û gelek sivîl jî revandin û dixinstin girtîgehê.

Ehrar El-Şerqiye ji komên herî zêde ku dewleta Tirk piştgiriya wê dikin û di salên borî de jî bi tundrawiyê dihat nasîn û koma herî sûcdar û ya herî zêde jî ku sivîk revandine.

Berê Ehrar El-Şerqiye girêdayî Cebhet El-Nusra ya di lîsteya terora navneteweyî de ye , damezînerê wê terorê bi navê Ebû Mariya El-Qehtanî ye ku berê serokê Meclisa Şêwirê ya Cebhet El-Nusra bû.

DI NAVBERA MSD’Ê Û HÊZÊN NAVNETWEYÎ DE NÎQAŞÊN LI SER CEZAKIRINA VAN KOMAN

Li ser nîqaşên ku MSD’ê bi hêzên navneteweyî re li ser cezakirina van koman kiriye, Hevseroka MSD’ê Emîne Umer ev agahî parve kirin:"Ji dema hevrê Hevrîn Xelef bi destê koma Ehrar El-Şerqiye şehîd bûye û sûcên ku çeteyên vê komê li dijî sivîlan pêk tînin, em bang li civaka navneteweyî, tevahî aliyên fermî û nefermî, rêxistinên civaka navneteweyî û mafên mirovan dikin van qatilên muhasebe bikin. Bê guman em wekî MSD’ê, QSD’ê û Rêveberiya Xweser di nîqaşên xwe de yên bi tevahî aliyên fermî û tevahî şandeyên serdana me dikirin re behsa  muhasebekirina sûcên van koman dikin. Ev xwesteka me ji tevahî rêxistinên jinan, mafên mirovan û civaka navneteweyî re ku werin cezakirin û darizandin."

MSD:XETERIYA VAN KOMAN BERDEWAM E

Li ser xeteriya van komên terorîst Emîne Umer ev nirxand kir: "Xeteriya van komên terorîst hîna berdewam e. Ev kom niha li dijî gelê Sûriyê yê li herêmên dagirkirî hovantirîn sûcan dikin. Ev sûc bi armanca têkbirina nasnameyê tên kirin. Îro Kurd li van herêman bi qetilkirinê re rû bi rû ne û jin tên tecawîzkirin. Şênî tên qetilkirin, revandin, demografî tê guhartin, şûnwar tê talankirin û binesazî tê wêrankirin. Ev tevahî sûc berdewam in û xeteriyeke mezin li dijî gelê li van herêman çêdike."

Der barê planên MSD’ê de, Emîne Umer got: "Dê nîqaş bi tevahî aliyên navneteweyî û fermî re heta ferzkirina cezayan li dijî komên ku heta niha sûcan pêk tînin re, berdewam bikin. Bê guman dê hin tedbîr di pêşerojê de hebin. Ji ber civaka navneteweyî van sûcan û dosyayên mafên mirovan dişopîne û em delîlan ji tevahî aliyên ku pê re nîqaş dikin."

Emîne Umer diyar kir ku dê MSD’ê bi rêya dosyayên belgekirî sûcên koman eşkere bikin û wiha dewam kir: "Em ê sûcên van koman bi delîl, şahidên zindî û wêneyên ku îsbat dikin ku destê van tevahî komên terorîst di sûcên dermirovî û sûcên şer de li herêmên dagirkirî hene û piştgiriya xwe ji dewleta Tirk digirin, eşkere bikin."

Emîne Umer bang li civaka navneteweyî kir ku xebata siyasî lez bike, dagirkeriya Tirk û tevahî komên terorîst ên girêdayî wê ji tevahî herêmên Sûriyê derxe, her wiha vegere tevahî şêniyên resen li war û herêmên xwe ewle bike.

'EV BIRYAR DERENG HAT DAYÎN'

Girêdayî sedemên tevger û cezayên Amerîkayê, nivîskar û rojnameger Sarkis Kassarjian wiha got: "Bi nêrîneke giştî, ev ceza weke nîşaneya tevliheviya siyaseta Amerîkayê ya têkildarî herêmê bi giştî û dosyaya Sûriyê bi taybet tê şîrovekirin. Ji ber Washingtonê ev kom perwerde kir, piştgiriya aborî da û endamên wê bi muxalifên ne radîkal bi nav kirin û diyarî DAIŞ’ê kir û piştre dewleta Tirk piştgiriya vê komê kir."

Sarkis Kassarjian wiha li axaftina xwe zêde kir: "Ev biryar dereng hat dayîn. Tenê ji aliyê siyasî ve ku têkiliya xwe bi nêrîna Washingtonê ya nû ya erkên xwe li herêmê ji aliyekî ve û têkiliya wê bi Enqereyê re ji aliyekî din ve tê şîrovekirin."

FIŞARÊN AMERÎKAYÊ LI DIJÎ DEWLETA TIRK

Sarkis Kassarjian wiha domand: "Biryara Amerîkayê di çarçoveya fişarên Washingtonê li dijî Enqereyê de pêk tê. Ji ber beriya vê biryarê jî Amerîka biryareke din da, ku dewleta Tirk bi çekkirina zarokan ji bo piştgiriya koma Sultan Murad tawanbar kir. Ji ber ev kom stûna hêza milîsên girêdayî dewleta Tirk di kirîza Sûriyê de ye."

Kassarjian wiha got: "Ez texmîn dikin ku her derengiya ji aliyê dewleta Tirk ve di pêkanîna nêrînên Amerîkayê li ser herêmê, her wiha li ser Rûsya, Çîn û Îranê jî, dê bi xwe re bandor û fişaran li dijî Enqereyê bîne. Ev yek jî, bi rêya hedefgirtina baskên dewleta Tirk ên leşkerî li Sûriyê, Lîbya, Qerebax û hwd bi awayekî neyekser dest pê kir. Dê ew jî piştre veguhizin cezayên yekser heke dewleta Tirk li hember nêrîna Amerîkayê isyan û red kir."

ERK Û PEYWIRA ERDOGAN NE PÊKAN E

Li ser têkiliya Amerîka-Tirkiyê Sarkis Kassarjian ev nirxand kir: "Ev yek di têkiliya yekane ya dereng de ku di navbera Erdogan û Biden piştî lûtkeya NATO’yê çêbûye de eşkere bû ku ne li gorî xwesteka dewleta Tirk bû. Tevî ku dewleta Tirk hewl da gelek tiştan ji Washingtonê re pêşkêş bike, di nav de parastina balafirgeha Kabulê û depokirina mûşekên S-400’an û neaktîfkirina rêxistina wê ku ji bo NATO’yê metirsîdar e. Lê dosyaya piştgiriya Amerîkayê ji sazûmaniya leşkerî ya QSD’ê re taloq ma û di navbera her du aliyan de bû mijara nakokiyê."

Kassarjian eşkere kir ku Erdogan di serdema Trump de hewl da têkilya xwe ya baş bi Trump re ji bo tesfiyekirina vê dosyayê bi kar bîne  û got:" Trump serokê ku têkiliyên xwe yên takakesî li ser hesabê dîplomatên saziyan bi dewletan re aktîf dikir, lê fişarên Kongresê û wezareta karên derve li hember wê yekê sekinî. Niha bi hatina Biden re diyar e ku erka Erdogan ne pêkan e."

Li gorî Kassarjian, cezayên Washingtonê peyameke ku ew di piştgiriya Kurdan de bi israr e û divê Enqere jî siyasetên li gorî vê israrê pêk bîne.

Der heqê pêşeroja van tedbîran, Kassarjian got: "Ez texmîn nakim ku piştî vê pêngavê tu tedbîrên leşkerî yên taybet bikevin pratîkê. Wekî mînak Cebhet El-Nusra ku li ser Idlib û rojavayê Helebê serwer e û ji salan ve di lîsteya cezayan de ye tu tedbîrên leşkerî pêk nehatin. Lê belê pragmatîzma Amerîkayê ya danûstandina bi hevrikên xwe re vedigerin tedbîrên şeklî. Mînaka vê yekê ya berbiçav jî, daxuyaniyên Jeffrey ên têkildarî Heyet Tehrîr El-Şamê ku şaxê rêxistina El-Qaîde li Sûriyê ye."

Kassarjian wiha gotina xwe berdewam kir: "Li gorî DYA’yê, ferzkirina cezayan tiştek e, danûstandin û rastiyên meydanî tiştekî din e. Ya yekê kaxizeke siyasî ye. Lê ya duyemîn jî dikevin hesabên qezencan û zirarê. Ev jî parçeyek girêdayî dosyayan e dibe ku dûrî dosyayên herêmê bin."

DANÛSTANDINA WASHINGTONÊ BI GELEK DOSYAYAN RE

Têkildarî çawaniya danûstandina Washingtonê bi dewleta Tirk re ku piştgiriya van koman dike, Kassarjian wiha berdewamî da gotina xwe: "Dê ev yek li gorî gelek dosyayên ku sînorên Sûriyê derbas dikin, werin diyarkirin. Ji ber Sûriye û Kurd yek ji dosyayên ku li gorî Washingtonê girîng e, di heman demê de jî têkiliya Washingtonê bi Enqereyê re ji bo Tehran, Moskovê û Pekînê û cihê Tirkiyê di projeya kember û rê de jî, her wiha dosya S-400’an, pêngavên dewleta Tirk rojhilatê Deryaya Spî, siyasetên dewleta Tirk li Lîbyayê, Afrîka û hwd heman girîngî ye."

Kassarjian da zanîn ku tiştê eşkere ew e ku Enqere tiştên têkildarî Kurdan de di serdema Trump bi binket, di serdema Biden de jî ku zêde bi dosyaya Kurd re hestiyar e wê bibin bikeve.

Girêdayî cezayên Amerîkayê li dijî dewleta Tirk, Kassarjian got: "Li gorî texmîna min, eger komên dewleta Tirk di sînorê xwe de bin, dê dewleta Tirk ji cezayên Amerîkayê yên tund dûr be. Lê heke çi tevgereke dewleta Tirk bêyî erêkirina Amerîkayê di demeke nêz de pêk werin dê li  beramberî fişarên zêde be. Lê Amerîka di dema niha de ji tevgerên dewleta Tirk re erê nake ku weke di serdema Trump de bûye."

Li gorî Kassarjian, bi van cezayan Amerîka peyama xwe ya têkildarî helwesta xwe ji Kurdan re isbat kir. 

Kassarjian anî ziman ku gelek dosya hene ku sûcên komên girêdayî Enqere yên li Sûriyê, Lîbya û Qerebaxê îsbat dikin û niha rêveberiya Amerîkayê bi dosyaya biçekkirina zarokan û qetilkirina siyasetmdar Hevrîn Xelef girtiye û wiha dewam kir:"Li aliyekî din jî kiryarên guhartina demografîk, komkujiyên etnîkî, qaçaqkirina çekan, hişbir, dizîna şûnwar, kargeh, berhemên zeviyan, dizîna petrol, piştgiriya rêxistinên terorîst û hwd ji sûcên tundtir û destekdayîna komên girêdayî dewleta Tirk, paşguh kirin."

Nivîskar û rojnamger Sarkis Kassarjian wiha dawî li gotina xwe anî: " Hemû şîroveyên navborî ku pêngava Amerîkayê di vê demê de tenê peyameke siyasî ye."

(fr)

ANHA