Daîreya Têkiliyên Derve têkildarî neçareserkirina dosyaya DAIŞ'iyên girtî hişyar da

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişyarî da ku heger civaka navneteweyî erka xwe ya têkildarî dosyaya çeteyên DAIŞ'ê yên li kamapa Holê û girtîgehên QSD'ê bi cih neyîne dê encamên wê xeter bin.

Daîreya Têkiliyên Derve têkildarî neçareserkirina dosyaya DAIŞ'iyên girtî hişyar da
1 tebax, 2021   00:42
NAVENDA NÛÇEYAN- EKREM BEREKAT

Civaka navneteweyî û dewletên Koalîsyona Navneteweyî hîna ji berpirsyartiyên xwe yên têkildarî dosyaya çeteyên DAIŞ'ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê direvin. Tevî bangên domdar ên Rêveberiya Xweser li welatan a ku welatiyên xwe yên di nava DAIŞ'ê de werbigirin û wan darizînin, lê hîna bang bê bersiv maye.

Li gorî serjimariya dawî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di girtîgehên rêveberiyê de zêdetirî 12 hezar çete hene, derdora 2 hezar ji welatên Ewropa û Asyayê ne. Her wiha bi hezaran malbatên wan ku piraniya wan zarok in, di kampa Holê de ne û heman şêwazê jiyana di dema hikumê DAIŞ'ê de berdewam bikin.

Kampa Holê 45 km dikeve rojhilatê bajarê Hesekê, kamp ji 9 beşan pêk tê (8 ji bo penaberên Iraqê û koçberên Sûriyê, di nav de yên ji bajarokê Baxozê ne û beşê din ji bo jin û zarokên DAIŞ`ê ye). Hejmara kesên di beşa jinên DAIŞ'î (Muhacîrat) derdora 8 hezan in di nava derdora 2 hezar û 600 malbatî ne, piraniya wan zarokên ji salekê heta 17 salî ne.

Tevî ku di kampê de zilam tunene, lê di demên dawî de li beşê jinên DAIŞ'î zarokên kêmî du salan hatin dîtin. Li gorî Nivîsgeha Kar û Barên Jinan a kampê; jinên DAIŞ'î bi zarokên 15 û 16 salî re dizewicin da ku nesilê DAIŞ'ê zêde bikin.

Nivîsgeha Kar û Barên Jinan a Kampa Holê di 14'ê Çileya de ji ANHA'yê re axivî û gotibû: "Beriya çend rojan 5 zarokên  15 û 16 salî hatin nivîsgehê û daxwazin kirin ku wan veguhêzin beşê taybet ê jinûve perwerdekirina zarokên DAIŞ'ê. Li ser pirsa sedema vê yekê, gotin hevjînin DAIŞ'ê wan neçar dikin ku bi wan re bizewicin da ku hejmara zarokan zêde bibin."

SÛCÊN KUŞTINÊ BERDEWAM E

Ji dema ku zarok û malbatên DAIŞ'î derbasî kampê bûne ve sûcên qetilkirinê ranewestiyane. Tevî ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya QSD'ê di 28'ê Adara borî de pêngava "Mirovî û Ewlekariyê" li kampê li dar xistibû da ku ewlehî li kampê belav bibe lê sûcên qetilkirin û êriş di nava kampê de dewam dike.

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ANHA'yê re diyar kir ku civaka navneteweyî heta niha erka xwe li hemberî girtiyên çeteyên DAIŞ'ê û malbatên wan bi cih nayîne.

Hêjaya bi bîrxistinê ye ku dewletên di nava Koalîsyona Navneteweyî de di 28'ê Hezîranê de bi mijara têkoşîna li dijî DAIŞ'ê civînek li Romayê li dar xist. Di wê civînê de wezîrên di koalîsyonê de ragihandin "Dê  hevkariyê xurt bikin da ku bingeha DAIŞ'ê li Sûriyê û Iraq û şaxên wê yên li cîhanê nikaribin ji nû ve ava bikin."

Her wiha dewletên Koalîsyonê di wê civînê de gotibû, dê gefa li ser cîhanê tune bikin û piştgiriyê bidin qurbaniyên sûcên DAIŞ'ê û ji bo pêkanîna ewlehiyê bixebitin û destekê bidin herêmên rizgarkirî.

Endamê Desteya Rêveber a Daîreya Têkiliyên Derve Ebdurehman Silêman ji ANHA'yê re diyar kir ku tevî lidarxistina civîna Koalîsyona Navneteweyî û bangên li welatan da ku welatiyên xwe yên di nava DAIŞ'ê de vegerînin, lê civaka navneteweyî hîna ne ketiye tevgerê û bersiveke rasteqîn nedane.

Silêman diyar kir ku hin hewldan ji bo çareserkirina dosyaya DAIŞ'ê ji aliyê civaka navneteweyî ve tên kirin  û got: "Lê ev hewldan ne li gorî asta krîza ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijî."

Silêman daxuyand ku Daîreya Têkiliyên Derve beşdarî civîna berfireh a 3'yê Hezîranê ya bi rêya zoomê bû û got, nûnerên deste û rêxistinên piraniya dewletên Ewropayê beşdarî civînê bûn, di civînê de bang li hemû dewletan û Koalîsyona Navneteweyî  hate kirin ku çareseriyekê ji pirsgirêka DAIŞ'ê û malbatên wan re bibînin, lê heta niha bersiv nehatiye dayîn.

Ebdurehman Silêman diyar kir ku têkiliyên domdar di navbera wan û tevahî dewletên Ewropayê hene û got, lê hewldanên derbarê dosyaya DAIŞ'ê de şerm dibînin û bang li dewletan kir ku erka xwe li hemberî welatiyên xwe bi cih bînin û di çareserkirina vê pirsgirêkê de ji rêveberiyê re bibe destek.

Endamê Desteya Rêveber a Daîreya Têkiliyên Derve Ebdurehman Silêman hişyar da, heger civaka navneteweyî û dewletên ku welatiyên wan di nava DAIŞ'ê de hene erka xwe bi cih neyînin dê encamên vê yekê gelekî xeter bin û got: "DAIŞ di aliyêl leşkerî de li ser erdê bi dawî bûye, lê xwe di nava kampan de bi rêxistin dike, heger çareseriyeke cidî neyê dîtin dê xebatên di vî warî de vala biçin."

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/4MUN9FZ8z4g" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>