Koçberên Efrînê li dijî ambargoyê meşiyan

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê li dijî ambargoya ku hikumeta Şamê li dijî Şehbayê ferz kiriye daketin qadan

Koçberên Efrînê li dijî ambargoyê meşiyan
Koçberên Efrînê li dijî ambargoyê meşiyan
Koçberên Efrînê li dijî ambargoyê meşiyan
Koçberên Efrînê li dijî ambargoyê meşiyan
Koçberên Efrînê li dijî ambargoyê meşiyan
Koçberên Efrînê li dijî ambargoyê meşiyan
Koçberên Efrînê li dijî ambargoyê meşiyan
Koçberên Efrînê li dijî ambargoyê meşiyan
Koçberên Efrînê li dijî ambargoyê meşiyan
Koçberên Efrînê li dijî ambargoyê meşiyan
31 tîrmeh, 2021   20:01
ŞEHBA

Li dijî ambargoya ku hikumeta Şamê ferz kiriye û qedexeya derbaskirina dermanan ji herêmê re û veguhastina nexweşan ji Helebê re, bi sedan şêniyên herêma Efrînê di nav de bijîşk, hermşîre û endamên Heyva Sor a Kurd û xebatkarên tenduristiyê xwepêşandanek li gundê Wehşiyê li dar xist.

Koçberan pankartên bi zimanên erebî û rûsî "Aştî û derman ji bo zarokên me" û "Bihêlin zarokên me bi aştî bijîn" vekiribûn û bi diruşmeyên banga rakirina ambargoyê ber bi baregeha Rûsya ya li gund ve meşiyan.

Li baregeha rûsî çalakiyek hate lidarxistin û bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre şandeya ji 3 kesan; ji qada tenduristiyê Hêvîn Hisên, Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Efrînê Mihemed Nûr Şebab û endamê rêveber ê Nexweşxaneya Avrîn Dr. Osman Şêx Îsa raporên tenduristî yên mirina 4 welatiyan di nav de 3 zarok  radestî aliyê Rûsî kirin û saetekê bi efserê Rûsî re nîqşa kir.

Di wê navberê de Desteya Tenduristiyê daxuyaniyek bi zimanên erebî û kurdî da, daxuyanî ji hêla endamên tenduristiyê Talet Welo û Bankîn Çerko ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Duh li Efrîna dagirkirî,  Efrînî û tevahî cîhanê bi çavan dîtin çawa ku gorên qurbaniyên sivîl û şehîdên parêzvan vekirin, bêyî ku nirx û hurmetiyê di ber çavan re derbas bikin. "

Her wiha hate destnîşankirin, ji dagirkirina warê wan û koçberkirina wan a bi darê zorê têr nebûn, vê carê bi rêya tengavkirin û ambargoyê birînên wan kûr dikin, rê nadin ku pêwîstiyên sereke mîna xaz û sotmenuiyê û madeyên tenduristiyê bighêjin wan. Her wiha derfet nade ku welatiyên nexweş ji bo dermankirinê derkevin.

Di daxuyaniyê de ambargoya ku hikumeta Şamê li ser herêmê ferz kiriye, xemasiya Hevya Sor a Sûriyê ya ku bû sedema mirina 4 nexweşan û bêdengiya rêxistina mirovî ya li hemberî vê yekê hate şermezarkirin.

Di dawiyê de sersaxî ji malbata Ciwana Hisên, Aya Hemo, Mihemed Emîn Kor Hemdo, Mihemed Hesen Mûsa re yên ji ber ambargoyê jiyana xwe ji dest dan, hate xwestin.

Piştî daxuyanî hat xwendin, şandeyê ji şêniyan re eşkere kir ku hêzên Rûsyayê soz dane ku dê bihêlin erebeya ambulansê ya taybet bi Nexweşxaneya Efrînê nexweşan veguhêze nexweşxanên Helebê û dê bihêlin derman derbasî herêmê bibin.

 (fr)

ANHA