​​​​​​​Panorama hefteyê: Li Derayê aramî serwer e, lubnanî ji Mîqatî dixwazin ku welêt ji aloziyê rizgar bike

Piştî şerê dijwar ê ku du rojên derbasbûyî qewimî, şêniyên Derayê pêşbîn dikin ku diyalog bi ser bikevin û li herêmê aramiyeke ne normal serwer e, lubnanî ji Mîqatî dixwazin ku welêt ji aloziya wê ya siyasî derxe.

​​​​​​​Panorama hefteyê: Li Derayê aramî serwer e, lubnanî ji Mîqatî dixwazin ku welêt ji aloziyê rizgar bike
1 tebax, 2021   04:02
NAVENA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî hefteya borî îşaret bi rewşa Derayê, Lubnan û ya Tunisê kirin.

REJÎMA SÛRIYÊ JI ŞERÊ DIJWAR LI BAŞÛRÊ WELÊT ŞOQ MAYE

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî şerê li Derayê wiha nivîsî: “Rejîma Sûriyê ji şerê dijwar ê li başûrê welêt şoq ma. Hin çekdarên dijberî hikumetê êrişî bendên ewlehiyê kirin û hejmareke leşkerên artêşê dîl girtin. Ew yek piştî diyalogên bi navbeykariya Rûsya ya di navbera nûnerên başûr û hikumetê de pêk hat.

Dera wekî navenda destpêkirina xwepêşandanên gelê Sûriyê ku beriya 10 salan li dijî rejîmê dest pê kirin, tê hesibandin. Tevî ku komên opozîsyonê li wir lihevkirineke çareseriyê bi navbeynkariya Rûsyayê bi hikumeta Şamê re îmze kiribû jî, lê belê Dera parêzgeha Sûriyê ya yekane ye ku hîna çekdarên opozîsyonê tê de ne.

TÛNIS LI HEMBERÎ KOLANÊ RÛ BI RÛ YE

 

Têkildarî rewşa Tunisê, rojnameya El-Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Piştî ku Tevgera El-Nehda biryara serok Qeys Seîd a der barê xebatê parlamentoyê û ibtalkirina erkên serokwezîr Hîşam El-Mişîşî, wekî derbe bi nav kir û soza parastina şoreşê da, gelê Tunisê daket kolanan.

Piştî civîna awarte bi fermandarên leşkerî û ewlehî re, serokê Tûnisê hin tedbîrên cûda li gorî rewşê ragihand da ku dewletê rizgar bike ji wan; Cemidandina xebatê parlamento, ibtalkirina mafê destnedayînê û rakirina El-Mişîşî li ser erkê wî. Li gorî biryarê, wê Seîd karê hikumetê bişopîne û wezîrên wê hilbijêre.

GELO WÊ MÎQATÎ DI AVAKIRINA HIKUMETEKE NÛ DE BI SERKEVE?

Rojnameya El-Ereb jî der barê rewşa Lubnanê de wiha got: “Serokê Lubnanê Mîşêl Ewn roja duşemê serokê berê yê hikumetê Necîb Mîqatî ji bo avakirina hikumeta nû erkdar kir. Lê belê serkeftina Mîqatî di avakirina hikumetê de ne diyar e, heke bloka “El-Ehid” di şertên berê de îsrar kir ku hişt Seed El-Herîrî lêborînê bixwaze, dibe ku ew senaryo dubare bibe û Mîqatî jî ji avakirina hikumetê vekişe.

Piştî erkdarkirinê, Mîqatî ragihand ku erka wî ya sereke pêkanîna însiyatîfa Fransayê ye û wiha got: “Bi hevkariya bi serok re em ê karibin hikumetê ava bikin, ku ji erkên wê yên sereke pêkanîna însiyatîfa Fransayê ye, ev însiyatîf ji bo berjewendiya Lubnanê û aboriya Lubnanê ye."